Kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak Rojhat Kavak ê di êvara 5'ê Cotmehê de li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî, wê di 17'ê Cotmehê roja Şemiyê saet di 13:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Zurîchê were bîranîn.
Ji bo merasîma bîranînê ya ji aliyê DEM-KURD û malbata Kavak ve were lidarxistin, banga tevlîbûNê hat kirin.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji bo bîranîna welatparêzê me û xebatkarê ciwanan ku bi hezkirin û hesreta welêt ji nava me veqetiya Rojhat Kavak, em bang li hemû welatparêzên xwe yên hêja dikin ku beşdarî merasîma bîranînê bibin.