Rojava bi şoreşa ziman dikeve roja zimanê dayikê
Rojava bi şoreşa ziman dikeve roja zimanê dayikê
Rojava bi şoreşa ziman dikeve roja zimanê dayikê
Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd, bi têkoşîna jiyandina zimanê dikeve “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê”. Li Rojavayê Kurdistanê di salek û nîvan de ji 100’î zêdetir dibistan hatin vekirin, di ser 500’î re mamoste hatin gihandin û Yekîtiya Mamosteyan hate avakirin. Li dibistanên fermî jî dersên kurdî tên dayîn, lê rejîm jî zîhniyeta înkarê didomîne.
Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê re di her qadek jiyanê de pêngavên ku zimanê dayikê serwer dikin hatin avêtin. Xebatên ku alfabeya latînî esas tê girtin, ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve tên meşandin.
SZK di sala 2010’an ku pêkutiyên rejîma Baasê hîn zêde bûn de xebatên xwe dan destpêkirin. Lê li Rojavayê Kurdistanê pêkûtî gelek zêde bûn, lewre xebatên xwe li bajarê Helebê ya Suriyê ku pêkûtî kêmtir bûn dan destpêkirin.
Sazî ji aliyê komek mamosteyên welatparêz ve hate avakirin û xebatên xwe jî bi veşartî meşandin. SZK, li Helebê di konferansa yekemîn de ku bi awayekî veşartî li malekê û bi beşdariya 50 kesan pêk hat, hate îlankirin. Piştî konferansa ku biryarên birêxistinkirin û vekirina qursan hatin girtin, di serî de li bajarên Rojavayê Kurdistanê, li Şam û Lubnanê jî, li malan qursên ziman hatin dayîn.
JI 100’Ê ZÊDETIR DIBISTAN HATIN VEKIRIN
Ev xebatên ku heta Adara 2011’an, yanî heta destpêkirina şoreşa gel dom kirin, hîmê dibistanên zimanê kurdî ava kir. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re pêkutiyên rejîma Baasê jî kêm bûm, lewre ji bo xebatên ziman jî derfet zêde bûn. Di nava vê demê de SZK’ê ji bilî bajarê Helebê, li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê û Tirbespiyê sazîbûna xwe pêk anî.
Di encama van xebatan de ji 100’î zêdetir dibistan hatin vekirin û ji 7 salî heta 70 salî ji bo hemû beşên civakê perwerde hatin dayîn. Di van perwerdeyan de alfabeya latînî hate bikaranîn û bi zimanê dayîkê xwendin û nivîsandin hînî welatiyan hate kirin. SZK’ê di sala 2011’an de dîsa li bajarê Helebê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û biryara berfirehkirina xebatên ziman girt.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel ji Kobanê destpê kir û li gelek bajaran rêveberî bi dest xist, di warê ziman de jî pêngavên girîng hatin avêtin û sazîbûna mayinde pêk hat. Bi vê pêngavê re xebatên ziman êdî ji Kurdistanê hatin birêvebirin û li tevahiya Kurdistana Rojava hatin belavkirin. Lê ji ber eleqeya zêde ya gel pêdiviya mamosteya derket holê. Ji bo ku ev pêdivî bê bicîhanîn, ji bilî perwerdeyên fêrkirina ziman, perwerdeya gihandina mamosteyan jî hate dayîn. Namzetên mamosteyan jî dîsa ji nava welatiyên ku tevlî perwerdeyên ziman bûne hatin hilbijartin. Di nava 4 mehan de zêdetirî 500 mamoste hatin gihandin û li dibistanên ku li gund, navçe û bajaran hatine vekirin, hatin peywîrdarkirin.
LI DIBISTANÊN FERMÎ JÎ PERWERDEYA ZIMAN HATE DAYÎN
Ji bilî dibistanên zimanê kurdî, rayedarên SZK’ê, bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re, ji bo ku li dibistanên fermî jî dersên kurdî bêne dayîn ketin nava helwldanan. Bi vê armancê bi rayedarên dibistanên fermî yên li Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin hatin çêkirin. Her çiqasî rayedarên dibistanan destpêkê li dijî derketibin jî, di encama pêkutiya gel de, dersên kurdî di bernameyan de hatin bicîhkirin.
Li ser vê yekê rayedarên SZK’ê ji bilî mamosteyên ku wan bixwe gihandine, ji bo mamosteyên dibistanên fermî jî bernameya perwerdeyê amade kir û perwerde da destpêkirin. Dîsa li gelek bajaran ji bo xwendekaran civînên agahdarkirinê hatin lidarxistin. Her wiha ji bo xwendekaran pirtukên fêrbûna ziman hatin amadekirin. Piştî amadekariyan, li dibistanên fermî yên li bajarên Dêrik, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Kobanê, Efrîn û Helebê dersên zimanê kurdî hatin dayîn. Lê ji ber astengiyên hinek derdorên nîjadperest ên ereban, piştî demekê ji neçariyê navber hate dayîn. Piştî navbereke ku nêzî 2 mehan dom kir, di encama hewldanên SZK’ê û pêkutiyên gel de, perwerde dîsa destpê kir û hîn didomin.
YEKÎTIYA MAMOSTEYAN HATE AVAKIRIN
Saziya Zimanê Kurdî ku her roja diçe xebatên xwe pêşde birin, di meha Gulana sala 2012’an de li bajarê Amudê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Di vê konferansê de biryarên wekî, “mayindekirina sazîbûnê, avakirina yekîtiyam mamosteyan û derxistina kovara ziman” hatin girtin. Di çarçoveya van biryaran de di meha Kanûna sala 2012’an de Yekîtiya Mamosteyan hate avakirin. Xebatên kovara ziman jî hatine temamkirin û çav li rê ye ku di rojên pêş de bê weşandin.
Di rewşa niha de hema bêje li hemû bajaran dersên zimanê kurdî têne dayîn. Di van dersan de heyecana mamoste û şagirtan hêjayî dîtinê ye. Piraniya mamosteyan piştî perwerdeyek 2 mehan dom kiriye, serftîfîkayên xwe girtine. Lewre heyecana wan di rûyê wan de xuya dike. Heyecana zarokan jî tu kes nikare asteng bike.
Hedefa SZK’ê ya sala 2013’yan jî mezin e. Sazî armanc dike ku di nava vê salê de ji bilî dersên ziman, dersên wekî, “Çand û Exlaq, Zanist û Civak, Erdnîgarî, Dîrok, Matematîk, Civaknasî, Psîkolojî” bi zimanê kurdî bide. Ji bo ku di vê mijarê de pêdiviya mamosteyan bê pêşwazîkirin jî xebat tên meşandin.
ZÎHNIYETA QEDEXEKAR DIDOME
Bi minasebeta "Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê" li Rojava jî çalakî tên organîzekirin, lê rejîma Baasê ku nekarî xebatên ziman asteng bike, niha jî dibistanên fermî yên dersên kurdî lê tên dayîn, digire. Li hemberî vê pêkanînê li gelek bajaran di encama nerazîbûna xwendekar û malbatan de hinek dibistan dîsa hatin vekirin. Nerazîbûnên gel hîn didomin.
Saziya Zimanê Kurdî jî, bi armanca protestokirina vê pêkanîna rejîmê û pîrozkirina roja ziman wê di 21’ê Sibatê de sertifikayan bide şagirtan û daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Nûçeya Eleqeder:
Roja zimanê dayikê û rewşa kurdî