'Roja ziman...'-Amed Dîcle
'Roja ziman...'-Amed Dîcle
'Roja ziman...'-Amed Dîcle
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kurdistanê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin û me jî ji bo nûçeyan ev çalakî şopandin. Îro bi vê minasebetê dixwazim der barê 'ziman' de binivîsim. Ez ne zimanzan im û di vê mijarê de wî mafê nîqaşê ji xwe re nabînim. Lê dixwazim çend çavdêriyên xwe bi were parve bikim.
1- Bi qasî ku tê dîtin bi sedema hin rojên taybet xwedîderketina me ya ji bo ziman dikeve rojevê. Bêguman hewldan û xebatên girîng hene divê em keda sazî û kesên ku vê xebatê dikin bibînin. Lê mixabin konsepteke ku hemû civakê hembêz dike ji bo perwerde û parastina ziman tune ye.
Hevce nake em ji hevdu re propaganda bikim. Çalakiyên me yê ji bo ziman hemû li ser gazinên ji dewletê pêk tên.
2-Divê em pirseke wiha ji xwe bikin. Heke dewlet sed salên din jî zimanê me nasneke em ê çi bikin?
3- Bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê li gelek deveran çalakî pêk hatin. Lê ev çalakî ne çalakiyên 'kolanan' e. Beşek ji civakê beşdarî van çalakiyan dibin û daxuyaniyan didin. Ev beşên ku em behs dikin jî nunerên saziyên civakî û siyasî ne. Divê ew jî beşdar bibin lê bi gotineke din ev çalakî li 'jor' dimînin.
4-Mixabin û sed caran mixabin di van çalakiyan de li hin deveran daxuyanî bi tirkî hatin dayîn. Çima em daxwaza perwerdehî û parastina zimanê xwe û bi taybet jî di roja zimanê dayikê de bi zimanê serdestan tînin ziman? Ev çi kompleks e?
5-Berê bi taybet li deverên biçûk, gund û navçeyan zimanê kurdî serdest bû. Lê di daxuyaniyên 21’ê Sibatê de li deverên weke; Bismil, Farqîn û çend cihên din daxuyanî bi tirkî hatin dayîn. Li Enqereyê jî daxuyanî bi kurdî hat xwendin. Êdî hun jê re dibêjin nakokî, trajedî, asîmîlasyon çi dibêjin bêjin. Lê ev ne tiştekî ji rêzê ye ev îşaretek guhertina di nava civakê de ye.
6-Dîsa di van çalakiyan de beşdariya jinan gelek kêm bû!
7-Ligel daxuyaniyan bi hezaran kurd li bajaran dakevin qadan û weke çalakiyên sembolîk perwerdehiya ziman bibin wê tesîrek çawa bike? Mîsal; li Amedê qasî hezar kes têne û daxuyaniyekê didin û belav dibin. Lê çend hezar kes dikarin li meydanekê 'perwerdeya ziman' bibînin.
Bi kurt û kurmancî li gorî ku tê dîtin em kurd bi awayekî 'popûlîst' nêzikî vê mijara ku ji bo me qasî jiyanê girîng e dibin. Bêguman ev rexne ne ji bo kesên ku ked didin, fêr dibin, didin fêr kirin e.
-Azadiya Welat