Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku girtiyê PJAK'î Saman Nasim nehatiye darvekirin û li Girtîgeha Zanjanê tê girtin. Rêxistinê daxuyand ku Nasim dawiya hefteya derbasbûyî telefonî malbatê kiriye.
Şaxa Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiyeyê der barê girtiyê PJAK'ê Saman Nasim de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêxistinê daxuyand ku Nasim ê ku 5 meh in tu agahî jê nedihat girtin hêj dijî û di dawiuya hefteya derbasbûyî de ji Girtîgeha Zanjanê telefonî malbata xwe kiriye û ev tişt got: "Dadgeha Bilind a Îranê serlêdana Saman Nasim di cih de dît, biryara darvekirinê betal kir û biryara ku ji nû ve were darizandin da."
Di daxuyaniyê de cih da nêrînên Dîrektorê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê Phîlîp Luther. Luhter diyar kir ku ji nû ve darizandina Nasim agahiyek gelekî baş e û wiha got: "Divê ji niha şûnde rayedarên Îranê delîlên bi îşkenceyê bi dest xistibûn û bêyî ku fikara darvekirinê hebe ji nû ve Nasim darizîne. Demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û pêwîstiyên tibbî jî bi cih bînin."
ÇI BIBÛ?
Muhafizên Şoreşa Îranê piştî şerê li Serdeştê ya rojavayê Azerbeycanê ya bi Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PJAK) re qewimîbû, di 17'ê tîrmeha 2011'an de Saman Nasim hatibû girtin. Piştî girtinê têkiliya wî bi parêzer û malbata wî re hatibû qutkirin û li Wezareta Îstîxbaratê di bin çavan de dihat girtin. Di meha çileya 2012'an de Saman bi îdiaya "Dijminê Xwedê ye", "Bêexlaqê dinyayê ye" û li hemberî Muhafizên Şoreşa îranê çalakiya çekdarî li dar xistiye ji hêla Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Di Tebaxa 2012'an de Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê paşda şandibû û ji ber ku temenê wî di bin 18 salan de ye xwest dosya bişînin Dadgeha Cezayê. Dadgeha Cezayê di nîsana 2013'an de cezayê darvekirinê da Nasim û cezayê wî di kanûna 2013'an de ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ji meha Îlonê wir ve ji bo Nasim dest bi kampanyaya çalakiya lezgînî kir. Şaxa Rêxistina Efûya Nevneteweyî ya Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyayê de nêzî 17 hezar îmze kom kir û radestî rayedarên Îranê kiribûn.