Rewşenbîr û nivîskarên li Îzmîrê: Em dibêjin dîsa dîsa HDP

Rewşenbîr û nivîskarên li Îzmîrê, bi armanca di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê li Navenda Kongreyê ya Tepekule civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Rewşenbîr û nivîskarên li Îzmîrê, bi armanca di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê li Navenda Kongreyê ya Tepekule civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Li Îzmîrê 690 rewşenbîr û nivîskaran bi gotina "Li aliyekî kesên şer dixwazin li aliyekî kesên aştiyê dixwazin hene. Ji bo hêviyên jiyana gelên Tirkiyeyê di nav aştiyê de em dibêjin dîsa dîsa HDP”.

Di civînê de li gel gelek rewşenbîr û nivîskaran, nûnerên saziyên civaka sivîl, namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Muslum Dogan, Ertûgrûl Kurkçu jî amade bûn. daxuyaniya 690 rewşenbîr û nivîskaran a piştgiriya xwe ji HDP’ê re diyar kirin ji aliyê Prof. Dr. Nîlgun Toker ve hat dayîn. Toker got: "Li aliyekî kesên şer dixwazin li aliyekî kesên aştiyê dixwazin hene. Ji bo hêviyên jiyana gelên Tirkiyeyê di nav aştiyê de em dibêjin dîsa dîsa HDP. Em vê bangê li hemû hilbijêran dikin.”

Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku di pêvajoyeke tarî re derbas dibin û got: “Êdî tiştekî em winda bikin nîne. Em ê tevî wan jî mil bi mil bimeşin. Eger wer be em ê wan jî weke yên din biavêjin sergoya çopê. Eger em dest bidin hev em ê vî dîktatorî têk bibin.”

Namzetê HDP’ê yê parlamenteriyê Muslum Dogan jî diyar kir 690 rewşenbîran ku piştgirî dan projeya HDP’ê tiştekî bi hêvî ye û got ku wê rewşenbîr mudaxeleyî terora dewletê bikin.

Namzetê HDP’ê yê Îzmîrî Ertûgrûl Kurkçû jî got daxuyaniya rewşenbîran pir bi qîmet e.