Qeşa li Antartîkayê bihele wê New York û Tokyo tine bibin
Li gorî xebateke hevpar a PIK û kovara zanistiyê Science Advances, eger hemû petrol, komir û gaza li cîhanê bê bikaranîn wê germahiya global rû bide û qeşa li Antartîkayê bi temamî bihele.
Li gorî xebateke hevpar a PIK û kovara zanistiyê Science Advances, eger hemû petrol, komir û gaza li cîhanê bê bikaranîn wê germahiya global rû bide û qeşa li Antartîkayê bi temamî bihele.
Li gorî xebateke hevpar a Enstîtuya Lêkolînên Avhewayê ya Postdam (PIK) a li Elmanya û kovara zanistiyê Science Advances, eger hemû petrol, komir û gaza li cîhanê bê bikaranîn wê germahiya global rû bide û qeşa li Antartîkayê bi temamî bihele. Li gorî lêkolînê bi helandina qeza li cemsera bakur başûr (Antartîka) re asta okyanûsê wê bi 58 metreyan bilind bibe.
Di lêkolînê de ji daneyên Parallel Ice Sheet Model (PISM) a rewş û dînamîka cemedê lêkolîn dike, sûd hat wergirtin. Li gorî lêkolînê, belavkirina karbondîoksît (CO2) a bi bikaranîna tevahiya enerjiya fosîl re derket holê, wê qeşayê bi temamî bihelîne. Bi temamî helandina qeşayê jî wê 10 hezar salan dewam bike. Lê belê di nava hezar salên pêş de asta okyanûsê wê serê her sedsalê bi 3 metreyan bilind bibe.
'DIVÊ EM KOMIR, PETROL Û GAZÊ DI BINÊ ERDÊ DE BIHÊLIN'
Rêvebera lêkolînê Rîcarda Wînkelmann got, "Bêguman ev yek di şevekê de naqewime. Lê belê di vir de ya girîng ew e, ji ber helwesta me ya îro şeklê cîhanê wê di hezar salên pêşiya me de biguhere. Eger em dixwazin bilindbûna asta deryayê bisekinînin, divê em komir, gaz û petrolê di binê erdê de bihêlin."
Ji pisporên Estîtuya Bremenhaven Alfred-Wegen (AWI) Johannes Sutter der barê lêkolîna li kovara Science Advances hat weşandin de ji medya Elman re peyivî û destnîşan kir ku encamên hatin bidestxistin 'hesas' in.
Pisporekî din ê avhewayê Mojîf Latîf jî diyar kir ku encamên lêkolîna PIK û Science Advances, 'texmîneke rasteqîn' e.
Li gorî lêkolîna PIK, qeşaya li Antartîkayê di roja îro de ji sedî 10 bandorê li bilindbûna asta okyanûsê dike.
Dîsa li gorî lêkolînê eger asta ava li okyanûsan bi qasî 50 metreyan bilind bibe, wê gelek bajarên weke Tokyo, Amsterdam û New York tine bibin.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, nîvê nivûsa cîhanê li herêmên 150 kîlometre nêzî peravên derya û okyanûsan dijîn.