Protezê bedena mirov hîs dike, hat çêkirin
Tekonolojiya norolojîk, ku heta roja îro di fîlman de dihat dîtin, êdî bû rastî.
Tekonolojiya norolojîk, ku heta roja îro di fîlman de dihat dîtin, êdî bû rastî.
Tekonolojiya norolojîk, ku heta roja îro di fîlman de dihat dîtin, êdî bû rastî.
Li gorî saziya lêkolînê ya teknolojiya parastinê ya Amerîkayê Darpa, lêkolîneran protezekî destan ê ku bedena mirovan hîs dike û pê dihese, çêkirine.
Zanyaran, li korteksên sensorî yên nexweşekî 28 salî, elektrotên têkiliyê bi destê çêkirî datîne, girê dan.
Darpa ku saziyek ser bi Pentagonê ye, nexweşê ku ev destê çêkirî li ser hat ceribandin, ji ber birînek mejiyê hestî, ev deh sal in felç e.
Di encama hin testên destpêkê de, lêkolîneran hêdîka destê xwe dan her tiliyên destê çêkirî yê nexweş. Di vê kêliyê de jî, çavên nexweş girêdayî bûn.
Di hemû ceribandinan de, nexweş tê derxist ku lêkolîneran destê xwe dane kîjan tiliyan.
Rêveberê bernameya "Şoreşa Protez" a saziya Darpa Jûstin Sanchez got, "Wextekê, lêkolîneran li şûna destê xwe bidin tiliyekê, berî agahiyê bidin biryar dan ku destê xwe bidin du tiliyan. Nexweş bi awayekî heneko got, ku hinek bi min re dilîze? Me hingî fêm kir ku nexweş destê çêkirî hîs dike û hestên pê dihese jî, xwezayî ye."
Zanyaran, korteksa motor a nexweş bi dest ve girê dan û bi vî rengî hiştin ku dest ji aliyê mejî ve bê kontrolkirin.
Protez, ji aliyê laboratûwara fîzîkê ya Zanîngeha Johns Hopkîns ve hat çêkirin.