Polîsan li Erziromê êrîşî girseyê kir

Li Semta Mahallebaşi ya Erziromê girseya xwest êrîşa faşîstan şermezar bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat.

Li Semta Mahallebaşi ya Erziromê girseya xwest êrîşa faşîstan şermezar bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat. Rewşa Mehmet Sadik Şenol ê di êrîşa faşîstan de bi giranî birîndar xeter e. Niştecihên semtê gotin ku koma faşîst bi piştgiriya polîsan ketin taxê û dîsa bi ewlehiyê ji taxê hatin derxistin.

Li Semta Mahallebaşi ya li navçeya Yakutiye ya Erziromê ku piraniya wê Kurd lê dijîn, komeke ji 300 kesî ya faşîst êrîş pêk anîbûn. Di êrîşê de 2 jê bi giranî 5 kes birîndar bibûn. Girseya xwest êrîşê şermezar bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat. Di êrîşa koma faşîst û polîsan de gelek camên dikanan şkestin û li hinek dikanan zerara madî rû da. Ji bo şermezarkirina êrîşa faşîst esnafan derabeyên dikanên xwe girtin û bi sedan welatî piştî agahiya êrîşî bihîstin herikîn taxê. Di navbera bi sedan polîsên tax dorpêç kirin û welatiyan de piştî aloziyê bûyer derketin. Girseyê bi kevir û daran bersiv dan êrîşa polîsan. Di bûyerên ku rû dan, rêveberên HDP û DBP’ê hatin derbkirin, ji ber guleyên plastîk ên polîan gelek kes birîndar bûn.

Di pevçûnên ku nêzî saetekê dewam kirin, bi vekişîna polîsan a ji taxê bûyer bi dawî bûn. Tax ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Hat ragihandin ku Mehmet Siddik Şenol ê di êrîşa ulkucuyan de bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Palandoken hat emeliyatkirin û rewşa wî xeter e. Der barê rewşa Hasan Emrecîk ê yek ji kesên bi giranî birîndar bûye ku agahiyên zelal nehatin bidestxistin, hat diyarkirin ku rewşa 3 birîndarên din baş e.

Ligel vê niştecihên semtê gotin ku koma faşîst bi piştgiriya polîsan ketin taxê û dîsa bi ewlehiyê ji taxê hatin derxistin.