Polîsan konê çalakvanan talan kirin û bi xwe re birin

Polîsan êrîş birin ser konê endamên DEM-GENÇ'ê yên ji bo tecrîda ku li ser Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya Ocalan bikin li Maltepeyê veda bûn. polîsan 5 ciwan binçav kirin û konê hilweşandin jî bi xwe re birin.

Polîsan êrîş birin ser konê endamên DEM-GENÇ'ê yên ji bo tecrîda ku li ser Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya Ocalan bikin li Maltepeyê veda bûn. polîsan 5 ciwan  binçav kirin û konê hilweşandin jî bi xwe re birin.

Endamên DEM-GENÇ'ê li Parka Nurettîn Sozen a li Taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepe ya Stenbolê bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya Ocalan bikin kon vedabûn. Vê sibê polîsan êrîş kir, kon hilweşandin û 5 ciwan binçav kirin. Polîsan bê hişyarî êrîşî kon kirin û di kon de Hediye Şahîn, Muharrem Koç, Turgut Guvener û 2 ciwanên din ên navê wan nehatin zanîn binçav kirin. Polîsan bi ciwanan ve konê hilweşandin jî bi xwe re birin.

5 ciwanên hatin binçavkirin li Qereqola Polîsan a Gayrettepe tên ragirtin. Ji ciwanan Fîncan Ekmen a ku bûye şahidê êrîşa polîsan diyar kir ku ew ê her roj li vir çalakiya xwe bidomînin. Ekmen anî ziman ku polîsan di kon de kompîter, cîhazê sînevîzyonê, qumbereyên komunê û gelek alavên din talan kirin û wiha got: "Em vê hovîtiyê qebûl nakin. Em ji şer û aştiyê re jî amade ne. Em ê di rêya Serok û şehîdên xwe de her tim bimeşin."

Ciwan bi armanca şermezarkirina polîsan wê seat di 18.00'an de ji Duryana Dawî ya Gulsuyê heya Qada Peyker meşekê li dar bixin.