Platform Tûrabdîn: Asûrî-Suryanî-Keldanî li benda alîkariya lezgînin
Platform Tûrabdîn a rewşenbîrên Suryanî li hember êrîşên li dijî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî nerazîbûn nîşan da. Platformê banga alîkariya lezgîn û piştevaniyê kir.
Platform Tûrabdîn a rewşenbîrên Suryanî li hember êrîşên li dijî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî nerazîbûn nîşan da. Platformê banga alîkariya lezgîn û piştevaniyê kir.
Platform Tûrabdîn a rewşenbîrên Suryanî li hember êrîşên li dijî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî nerazîbûn nîşan da. Platformê banga alîkariya lezgîn û piştevaniyê kir.
Platform Tûrabdîn a koma nîqaşan a rewşenbîr û aktîvîstên Sûryanî ye, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê li hember deverên Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku terorîzma DAIŞ’ê herî zêde gelên mezlûm bandor dike û wiha hat gotin, "Ji ber baweriya wan Xiristiyanî ye û welatê dayik û bavan terk nakin, gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî careke din berdêlê dide. Tevgera paqijiyê ya DAIŞ a Nînova, Şengal, Kerkuk û Kobanê vê carê li Xabûrê rûyê xwe nîşan dide. Ji 23’ê Sibata 2015'an ve êrîşên didomin, DAIŞ’ê hin gundên Asûrî-Suryanî-Keldanî yên li ser xeta çemê Xabûrê dagir kiriye û bi hezaran mirovan me neçar mane cihên xwe terk bikin. Nêzî 150-200 mirovên me yên firsend nedîtine birevin an jî nexwestine gund û malên xwe terk bikin, ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin, rehîngirtin. Hin gund û du dêrên dîrokî hatine şewitandin. 6 mirovên me ji aliyê van caniyan ve hatine şehîdkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema li çavkaniyên DAIŞ’ê tê nihêrîn tê dîtin ku hewl didin tola Kobanê rakin, di aliyê stratejîk de jî li sînorêTirkiyeyê ku tê xwestin ev herêm bê bidestxistin nîşan dide ku dixwazin korîdorekê ji bo lojîstîkê vekin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Kesên li hember vê zilmê bêdeng dimînin, kesên difikirin bi vexwarina xwîna mazlûman li ser lingan bimînin, bila zanibin ku dawiya wan nêz e.”
'ALÎKARIYA LEZGÎN Û PİŞTEVANÎ TÊ PAYÎN'
Platform Tûrabdîn, diyar kir ku gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî ji tevayî gelên xwişk û bira û ji rêveberiyên ku dixwazin di rêya medeniyetê de bimeşin, li benda piştevanî û destekê ne û got, "Di dawiya her tiştî de ne gotinên dijminan, wê bêdengiya dostên me bê bîra me.”