Pirtûka 'Bêhna Çiyê' ya girtiyê 22 salan Seyît Oktay derket

Pirtûka 'Bêhna Çiyê' ya Seyît Oktay ku ev 22 sal in li girtîgehê tê ragirtin, derket. Oktay pirtûka xwe diyarî hevalên xwe yên têkoşînê û civata Êzidî kir.

Seyît Oktay di 1973’an de li Dihê ji dayik bû, li Wanê mezin bû. Di salên 90’î de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Di sala 1993’an de dema xwendekarê zanîgehê bû hat girtin. Ev 22 sal in girtî ye. Li girtîgehên Amed, Dîlok, Mûş û Ûmraniyeyê hat ragirtin. Ji bo gelek rojname û kovaran, nivîs, çîrok û gotar nivîsî.  Berhema wî ya bi navê Tabletên Aramî ji weşanên Ar derket. Hîna li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi cezayê ragirtina heta bi hetayê tê girtin.

Ji bo em Seyît Oktay û çîroka pirtûkê hinek ji nêz ve nas bikin, em li hevalê wî Yaşar Îldan ku her tim nameyan ji hev re dinivîsin, guhdarî bikin. Îldan pirtûk ji ANF'ê re vegot.

'BALA WÎ LI DERVE YE'

Yaşar Îldan diyar kir ku bi xwendina pirtûka wî ya Tabletên Aramî re biryar daye Seyît Oktay nas bike û got: "Her tişt bi nameyekê destpê kir. Wî nameyên pir bi wate û kûr dinivîsî. Nameya wî ya yekem 4 sal berê hat. Ev 5 sal in em hevalê hev ê nameyê ne. Em li ser pêvajoya dawî, bûyer û rewşa Rojava û êrîşê DAIŞ’ê disekinin.

Min jî jiyana zindanê jiya, ji ber vê jiyanek ji min ne dûr e. Di sala 1999'an de ez li Spanyayê hatim binçavkirin û 6 mehan di girtîgehê de mam. Min ji kesî nameyek negirt. Lê çavê mirovan li nameyekê, li agahiyekê ye. Lê di vir de em behsa hevalekî ku cezayê muebetê (heta bi hetayê) girtiye, dikin. Hevalên cezayên muebetê girtine, ji bo koxûşa veguherînin qada jiyaneke nû, bala wan her tim li derve ne."

Îldan bal kişand ser çîroka pirtûkê û ev tişt anîn ziman: "Girtiyên me yên siyasî ji bo li dijî şert û mercên zehmet xwe biparêzin, nivîsandin wan dike nava hesteke cuda. Ez ji xwe jî dizanim. Li girtîgehan yek ji dostê herî baş pênûs û lênûsk e. Dibe alîkar ku tiştên di dilê xwe de bên nivîsin.  Bi hezaran hevalên me li hundir dinivîsin. Li girtîgehan belkî niha bi hezaran nivîsên pirtûkan hene. Lê ji ber derfetan nekarin bên çapkirin. Min berpirsyariya çapkirina pirtûka Seyît Oktay da ser milê xwe. Min nivîs û dosyayên ku wî şandibû anî gel hev û di encamê de pirtûka bi navê 'Bêhna Çiyê' derket."

'BAL KIŞANDIYE SER TÊKILIYA ŞOREŞGERAN A BI CIVAKÊ RE'

Îldan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pirtûk di Nîsana 2015’an de derket. Di destpêkê de hezar heb hat çapkirin. Ji van 200 heb li Weşanên Ceylan ma, 350 jî ji bo nexweşxaneya Kobanê hat bexşkirin. 150 ji bo girtîgehan hat şandin. Li hevalên Seyît Oktay hat belavkirin. Çapa yekem a pirtûkê qediya ye.

Di pirtûkê de jiyana şoreşgeran hatiye vegotin û li gel vê ji qehremaniya wan wêdetir, têkiliya wan a bi civakê re hatiye nirxandin. Her wiha hewl hatiye dayîn ku nêrîna girtiyên siyasî ya azadiyê bê vegotin.  Wekî din pirtûk diyariyê Êzidiyên li Şengalê hatine qetilkirin û hevalên xwe yên şehîd ketine, hatiye kirin."
 
'EM DESTEKÊ BIDIN GIRTIYÊN NEXWEŞ Û SIYASÎ'

Îldan di dawiya axaftina xwe de  diyar kir ku divê ji bo kampanyaya 'Ji bo girtiyên siyasî û nexweş azadî' ya ku rewşenbîr, nivîskar û zanistan daye destpêkirin, destek bê dayîn û got, "Em bibin dengê wan, em bibin hevalên wan ên nameyan û xwedî lê derkevin." Îldan got, "Em ji ser malpera Gorulmustur.org destekê bidin kampanyaya îmzeyan."

Seyît Oktay di pirtûka xwe ya bi navê 'Bêha Çiyê' de diyar kiriye ku ew pirtûka xwe diyariyê, Nûda Karker (Nazan Bayram), Xalit Ekîncî (Stalîn), Ridvan Kilicarslan (Botan), Ferruh Ermîş (Xeyrî)û , şehîdên Rojava û Şengalê û her wiha gelê Şengalê dike.