Pîra Elîf ji bo dengdayînê bajêr bi bajêr digere!

Pîra Elîf a li Fransa dijî, ji bo dengê xwe bikar bîne bi hêviya qeyda wê derkeve bajêr bi bajêr digere.

Pîra Elîf a li Fransa dijî, ji bo dengê xwe bikar bîne bi hêviya qeyda wê derkeve bajêr bi bajêr digere.

Elîf Sîncer Tûmgûr a 90 salî û hilbijêra HDP’ê ye li bajarê Brest ê Rojavayê Fransa dijî. Pîra Elîf bi sedema qeyda wê nîne nikarîbû dengê xwe bikar bîne.

Tûmgûr a çû Serkonsolosxaneya Tirk a li Parîsê lê ji ber qeyda wê derneket ew şandin Nantes li wir jî dengê xwe nikarîbû bikar bîne.

'EGER PÊWÎST BIKE EZ Ê BIÇIM WELÊT BIKAR BÎNIM’

Tûmgûr a ji ANF'ê re axivî got: "Ji bo hilweşandina dîktatoriyê, bi egera mimkun e qeyda min derkeve bi sedan kîlometre rê çûm. Lê qeyda min derneket. Min xwest ez moral bidim hilbijêrên me. Em ê bi her dengê didin xwedî li rûmeta xwe derkevin. Divê her kes biçe ser sindoqan."

Hat zanîn ku Pîra Elîf meta endamê PKK’ê Engîn Sîncer (Erdal) e yê sala 2003’yan jiyana xwe ji dest dabû.

...