'Piçek paşeroj'; Hêviya Ermeniyên Sêwasî ya ji bo dêrê
Nivîskar Melîsa Koçak, bi pirtûka xwe ya bi nave 'Piçek paşeroj' re çîrokên Ermeniyên li Sêwasê dijîn û nebûna îbadetxaneyeke wan vedibêje.
Nivîskar Melîsa Koçak, bi pirtûka xwe ya bi nave 'Piçek paşeroj' re çîrokên Ermeniyên li Sêwasê dijîn û nebûna îbadetxaneyeke wan vedibêje.
Nivîskar Melîsa Koçak, bi pirtûka xwe ya bi nave 'Piçek paşeroj' re çîrokên Ermeniyên li Sêwasê dijîn û nebûna îbadetxaneyeke wan vedibêje.
Pirtûka ji bîranînan a bi navê 'Piçek paşeroj' a nivîskara Ermenî Melîsa Koçak a li Sêwasê ji dayik bû û mezin bû, hat weşandin. Di pirtûkê de duh û roja îro ya Ermeniyên li Sêwasê tê vegotin. Her wiha têkoşîna bidestxistina îbadetxaneyê tê nîşandan. Nivîskar Koçak cihekî berfireh da çîroka jiyanê ya kalkê xwe Mîhran Koçak ê di sala 2011'an de wefat kir. Ji bo aştî û jiyana bi hev re jî cihekî girîng di pirtûkê de tê veqetandin.
Melîsa Koçak, weke Ermeniyekê zor û zehmetiya jiyana li Sêwasê ya roja îro û pirtûka xwe ji ANF'ê re vegot.
Koçak diyar kir ku hemû windahî hilweşîneke, di dilê min de cudahî nîne, ji dervehiştin heta wergirtina mafê jiyanê ji dest, rewşeke bêhtir bi êş nîne û got, "Ev xak bi Elewiyan, bi Ermeniyan, bi Kurdan, bi Lazan, bi Çerkezan bedew e. Em kulîlkên ku vê xakê dixemilînin. Li şûna xweşbîniyê, çima ev kulîlk bên qurmiçandin?"
'EM TIMÎ NEÇARÎ VEŞARTINÊ HATIN HIŞTIN'
Koçak da zanîn, ku jiyana demên berê ya li Sêwasê li gorî ya niha gelekî zehmettir bû û got, "Em timî neçar hatin hiştin ku xwe veşêrin û tiştekî bide veşartin. Dema dibistana seretayî, dewma hevalên min li pişt min digotin 'gawir' gelekî pê diêşiyam û qet ji bîra min naçe ku ji ber vê yekê, bi şev digiriyam. Lê niha, bêyî ku nasnameya xwe veşêre, em dijîn."
'HÎNÊ CIHEKÎ ME YÊ ÎBARETÊ NÎNE'
Koçak ragihand ku pirsgirêka herî girîng a Ermeniyên li Sêwasê dijîn, nebûna cihekî îbaretê ye û diyar kir ku di vê mijarê de gelek gav hatine avetin lê hînê avahiyeke şênber nîne. Koçak axaftina xwe wiha dewam kir: "Gavên xweş hatin avêtin û em bi hêvî bûn ku encamên xweş jê derkevin. Mînak; dema li Sêwasê welatiyekî Ermenî wefat dike, merasîma cenaze li malê tê kirin û ev gelekî zehmet e. Em dixwazin, dêreke me hebe ku qet nebe di rojên taybet ên weke cejn û cenaze de em biçin wê derê."