'Pêwîst e gelê me yê Ewropayê saziyên navneteweyî bixe nav tevgerê'

Hevserokatiya KCD-E, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, ji gel û pêkhateyên li Ewropayê xwest ku ji bo saziyên navneteweyî bixin nav tevgerê bikevin nav hewldanan.

Hevserokatiya KCD-E, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, ji gel û pêkhateyên li Ewropayê xwest ku ji bo saziyên navneteweyî bixin nav tevgerê bikevin nav hewldanan.

Hevserokatiya KCD-E, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan daxuyaniyek nivîskî weşand.

'DIVÊ GEL BIBIN YEK, PARASTINA XWE YA CEWHERÎ AVA BIKIN'

KCD-E diyar kir ku êrîş û komkujiyên li hember gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî bi nefret şermezar dikin û got, "Çeteya DAIŞ’ê ya bê esil, hewl dide gelên bi sedê salan ji aliyê mêtinkaran ve tên înkarkirin, bi fermana mêtinkaran tine bike. Di serî de civaka Êzidî û gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yên bi sedê salan e di komkujiyan re tên derbaskirin, di sedsala 21. de, li ber çavên raya giştî ya cîhanê rastî qirkirinê hatina wan tê rojanekirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,  "YPJ/YPG a çû alîkariya gelê qedîm ê Mezopotamyayê, bi MFS (Meclîsa  Leşkerî ya Asûrî-Suryanî) re mil bi mil di nav şerekî dijwar de ne. Pêwîst e hişyariya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a 'Divê gelên di hedefê de bibin yek, parastina xwe ya cewherî ava bikin’ derxin zanebûnê, li her cihî bi vê hişmendiyê lêgerîna teşhîrkirina efendiyên çeteyên DAIŞ û raya giştî ya navneteweyî xistina nav tevgerê bê pêşxistin.”

'DIVÊ NY Û PE BIKEVIN NAV TEVGERÊ'

KCD-E ev bang kir, "Gelê me û saziyên me yên li Ewropayê divê li her cihî bi hev re tevbigerin û ji bo astengkirina van komkujiyan ji bo di serî de NY û PE saziyên navneteweyî bikevin nav tevgerê hestyar bin.”