Pêşengên sînemaya çiya hatin bibîranîn
Pêşengên sînemaya çiya hatin bibîranîn
Pêşengên sînemaya çiya hatin bibîranîn
Li Herêmên Parastina Medyayê biboneya roja şanoya cîhanê, di bin ya TEV-ÇAND’ê de şahiyek hate li darxistin. Di şahiyê de Xelîl Dag û Yekta Hêvî ku salên borî de jiyana xwe ji dest dane û di sînema û şanoyên çiya de kedên wan yên mezin hene hatin bibîranîn.
Biboneya Roja Şanoyên Cihanê TEV-ÇAND’ê ji bo kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir. Piştre belgeyekî ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser hunerê hatî derxistin hate xwendin. Piştre gêrîlayên ku gêrîla Xelîl Dag (Xelîl Uysal) yê di sala 2008’an de li Botanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dayî û Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) ku wî jî di sala 2004’an de li Rojava bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da axaftinên kurt kirin. Piştî axaftinan helbest li ser gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin. Şanoyê binavê Hêvî Yek Da jî hate lîstin. Bîranîn piştî stranên Koma Awazên Çiya û pêşandana sînevîzyonê bidawî bû.