Parvekirinên li Facebookê yên ne li gorî dilê Erdogan bûn sedema sirgûnê

Mamoste Mehtap Yûrtsever Ateş, ji ber ku di malpera xwe ya Facebookê de tiştên ne li gorî dilê Recep Tayyîp Erdogan Erdogan parve kir, wêneyê bi nivîsa 'Dengê min ji Demîrtaş re ye' û logoya HDP'ê eciband, hat sirgûnkirin.

Mamosteya Lîseya Anadolû ya Îzmîrê Mehtap Yûrtsever Ateş, ji ber ku di malpera xwe ya Facebookê de tiştên ne li gorî dilê Recep Tayyîp Erdogan Erdogan parve kir, wêneyê bi nivîsa 'Dengê min ji Demîrtaş re ye' û logoya HDP'ê eciband, hat sirgûnkirin.

Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Egîtîm-Sen a Kemalpaşayê Mehtap Yûrtsever Ateş a li Lîseya Anadolû ay Ferzent Bûlûm a navçeya Îzmîr Kemalpaşayê mamostetiyê dike, ji ber parvekirinên xwe yên li Facebookê di destpêkê de ket ber lêpirsînê, dûre jî ji bo Lîseya Pîşeyî ya Keçikan a Torbali hat sirgûnkirin.

Di lêpirsînê de ev parvekirinên li Facebookê sedem hatin nîşandan: "Di karîkatura Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de, logoya; 'Ji bo ji Sûriyeyê re TIR'ên bi çekan dagirtî, ji Îranê re balafirên bi zêran dagirtî, ji Swîsreyê re qutiyên bi Euro dagirtî û ji Tirkiyeyê re gorên bi ciwanan dagirtî, girtîgehên bi rewşenbîran dagirtî, min hilbijêrin.'

Li ser wêneyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dîmenê bi nivîsa 'Mejî fîrar kiriye: Kobanê li ber xwe dide, lê PYD li dijî DAIŞ'ê şer nake."

Sedemeke din jî dîmenê ji wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û logoya HDP'ê ye. Yek ji sedeman jî ew e ku wêneyên hunermendên weke Şener Şen, Kadîr Înanir ku li ser nivîsa "Dengê min ji HDP'ê re ye" nivîsandî, eciband.

ÇI QEWIMÎ?

Beriya wê, der heqê Ateş de bi hinceta li dibistan û derveyî dibistanê tevlî karê HDP'ê bûye, li navçeya Kemalpaşa beşdarî civînên HDP'ê bûye, lêpirsîn hatibû vekirin.

Ji bo wergirtina îfadeya Ateş ji Midûriyeta Milî ya Bajarê Îzmîrê kontrolkarê perwerdeyê çûbû Lîseya Anadolû ya Ferzent Bûlûm û bi Ateş re hevdîtin kiribû. Kontrolkar gef li Ateş xwaribû û jê re gotibû, 'Hûn propaganda terorê dikin, hûn di nava karên xetere de ne, pêvajo li vir biqede wê ya dozgeriyê destpê bike'. Hatibû ragihandin ku weke delîlê dosyaya lêpirsînê jî wêneyên civîneke HDP'ê ya li Kemalpaşayê ku rêveberiya dibistanê ji malpera bi navê 'HDP Kemalpaşa' wergirtibû, hat nîşandan.

Der heqê Ateş de ji ber tevlî çalakiyên Gezî bû, lêpirsîn hatibû vekirin.

'LI HEMAN DIBISTANÊ BERIYA NIHA DÎSA GEF LI MAMOSTEYAN HATIBÛ XWARIN'

Mamosteyên Lîseya Anadolû ya Ferzent Bûlûm, bi hinceta ku di 24'ê Îlona 2014'an de li ser banga Egîtîm-Sen, Egîtîm-Bîrsen û sendîkayên din amadekariya çalakiya ji bo sekinandina kar kirin, Alîkarê sereke yê Midûrê Dibistanê di 23'ê Îlona 2014'an de ketibû hundirê odeya mamosteyan, gef li mamosteyan xwaribû û gotibû, "Ez nahêlim li vê dibistanê çalakî bê lidarxistin. Ti kes li dibistana min tevlî çalakiya dest berdana ji kar bibe." Hat ragihandin ku Kilinç ê li hemberî mamosteyên dibistanê mobbîng dikir, di dema çalakiya mamosteyan de roja 24'ê Îlonê çûye cem xwendekaran û ji wan re gotiye, "Binêrin hûn ji dersên xwe dimînin, giliyê van mamosteyan bikin." Bi taybetî hewl da xwendekar li hemberî mamosteyên ji Egîtîm-Senê sîxuriyê bikin."