Nerazîbûna li hember qetlîama daristanên Qabilcewzê zêde dibe

Li navçeya Qabilcewz a Êlihê li gundê Helkîs ê girêdayê herêma Cacaz bi sedan hektar daristana berûyan di bin navê ‘nûkirinê de’ hatin birîn û li ser vê saziyên civaka sivîl û tevgerên hawirdorê yên Êlihê ketin nava tevgerê.

Li navçeya Qabilcewz a Êlihê li gundê Helkîs ê girêdayî herêma Cacaz bi sedan hektar daristana berûyan di bin navê ‘nûkirinê de’ hatin birîn û li ser vê saziyên civaka sivîl û tevgerên hawirdorê yên Êlihê ketin nava tevgerê. Saziyên Civaka Sivîl li cihê bûyerê lêkolîn kirin û qetilkirina daristanan birin Meclîsa Ekolojiyê.

Li Kurdistanê bi hinceta şerê ku ev 30 sal e berdewam dike bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin, çem û daristan hatin tinekirin. Bi hinceta ewlehiyê bend li ber çeman kişandin, daristan jî bi hincetên vala yên qanûnî tên tinekirin. Li navçeya Qabilcewz a  Êlihê daristana berûyan a bi sedan hektarî ji aliyê Midûriyeta Karên Daristan û Avê ve bi rêya îhaleyê hat birîn û li dijî vê bertek didomin.

Li Qabilcewzê di pêvajoya bi pevçûn de bi hezaran hektar daristan rasterast hatin şewitandin û wek hincet jî ewlehî nîşandan û raya giştî bêdeng kirin. Darên ku mabûn jî vê carê bi destê saziyan tên tinekirin. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê yê Êlihê Recep Kavuş da zanîn ku eger komkujiya daran bidome wê Kurdistan di aliyê daran de xizan bibe. Kavuş wiha berdewam kir: “Li herêma me şerê 30 salî zerarek mezin da xweza û qadên hêşîn. Gelek daristan dan ber agir. Niha jî pêvajoya aştiyê tê jiyîn û em di nava lêgerîna telafîkirina heşînkirina van daristanan de ne, lê em pêkanîneke berevajî vê dibînin. Di demên dawî de li Qabilcewzê di bin navê nûkirinê de bi sedan hektar daristan di carekê de tên talankirin û ev jî hawirdorparêzan dike nava fikarên cidî. Em daxwaz dikin ku demildest dest ji van polîtîkayên wêrankirinê berdin. Di bin navê nûkirinê de darên 40-50 salî hatin birîn. Li vê erdnîgariyê jixwe qadên daristanê zêde tinene. Ger darên vê erdnîgariyê wisa bên birîn em ê bibin xizanê daristanan. Vê ev herêm bibe herêma herî hişk a Rojhilata Navîn. Ji ber ku li herêma Qabilcewzê ya daristan hatiye birîn sewalkarî tê kirin.”

Kavuş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ji bo qetilkirina darên li Qabilcewzê pêk hatiye prosedur ava dikin û got: “Niha tê gotin ku daristan di bin prosedura qanûnî de tê birîn, di bi navê nûkirinê de tê kirin. Bi sedan hektar bi giştî tê jêkirin, ku derê vê nûkirin e? Ji vir şûn ve li ser navê qetilkirina xwezayê çi dibe bila bibe, em ê bertekên xwe nîşan bidin û vê rewa nabînin. Me bi saziyên têkildar re hevdîtin kir. Gelek cureyên zindiyên li wir dijîn wê têk biçin. Teqez divê qadên daristanê ji rantê re neyên vekirin. Em li bi qirkirinên daristanan re rû bi rû ne. Eger wêrankeriya daristanê bidome wê çalakiyên me pêk bên.”

ME QETILIKIRIN BI MECLÎSA EKOLOJIYÊ

Serokê Komeleya Turîzm a Êlihê Emîn Bulut got ku der barê qetilkirina daristana Qabilcewzê de bi rayedarên Rêxistinên Civaka Sivîl li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin û got: “Ligel pêvajoya aştiyê em ê li dijî kesên ku komkuijya xwezayê pêk tînin derkevin. Li sêgoşeya Pasûr a ku jêre herêma Cacaz a Qabilcewzê tê gotin, darên berû, gûz. Qadek mezin e. Beşeke mezin a oksîjena Êlihê ji vir tê kirin. Tevî pêvajoya aştiyê ye her sal daristan tên tinekirin û ligel bertek tên nîşandan jî ev rêbaz îsal jî ket dewrê. Hebûna cerdevanan li wir jî me dike nava fikaran. Divê ji aliyê raya giştî ve bê zanîn ku li wir rêbaz ne derbasdar in. Di vê mijarê de me bang li Midûriyeta Karên Daristanê kir ku bê ser peywirê. Piştî nûçe di çapemeniyê de derket me rapor amade kir. Heman rojê me rapor bir Meclîsa Ekolojiya Êlihê. Ev bûyer wê ji rojeva me dernekeve. Li cihê ku komkujiya daristanê pêk hatiye jiyana xwezayê bi projeyên HES’ê re rû bi rû ne. Ev hemû girêdayî hev in. Divê em dengê xwe li dijî van pêkanînan bilind bikin.”