Navnîşan dewlet be lêpirsîn qedexe ye!

Fîlmê derhêner Mustafa Diyar Demîrsoy û Mehmet Alî Gundogdu yê bi navê ‘Lêpirsînên bê navnîşan’ ku mijara wê ‘kuştinên kiyarnediyarin’ piştî Wezareta Çand û Turîzmê rastî astengiya 10. Daîreya Daniştayê hat.

Fîlmê derhêner Mustafa Diyar Demîrsoy û Mehmet Alî Gundogdu yê bi navê ‘Lêpirsînên bê navnîşan’ ku mijara wê ‘kuştinên kiyarnediyarin’ piştî  Wezareta Çand û Turîzmê rastî astengiya 10. Daîreya Daniştayê hat.

Ji bo cînayetên kiryar nediyar tê payîn ku Komîsyona Heqîqet û Edeletê bê avakirin lê, fîlmê ku van cînayetan lêpirsîn dike yê bi navê ‘Lêpirsînên bê navnîşan’ rastî astengiyê darazê tên û ev jî nîşan dide ku dewlet ji bo rûhevhatinê ne amadeye.

Derhêner, senarîst û lîstikvanê sereke yê fîlm Mustafa Diyar Demîrsoy got ev 10 sale hîna fîlm derneketiye pêşberî temaşevanan û got ji destpêka kişandina fîlm heta niha zextên dewletê kêm nebûne. Demîrsoy anî ziman ku ji bo fîlm bikişîne 2004’an de çûye Pirsûs- Rihayê û ev pêvajoya bi êş wiha vegot: “ Li Rihayê ji ber tirsa dewletê ti otelekê deriyên xwe ji me re venekirin. Ji ber vê me ji bo ekîbê li Pirsûsê xaniyek kirê. Me li gundan nivîn berhev kirin. Welatiyan li malên xwe xwarin çêdikirin û dianîn ji me re. Di kişandina fîlm de polîsan em her tim tacîz dikirin.  Sê kameremanî set terk kir.  Polîsan em tehdîd kirin û gotin divê hun vî fîlmî nekişînin.

REXNEKIRIN BÛ ‘TEROR’

Me di 2006’an de ji bo nîşandan fîlm serî li Midûriyeta Giştî ya Sînema û Wezareta Çand û Turîzmê da. Lê piştî salekî şûnde bersiv hat dayîn û bi hinceta ku fîlm ne li gorî rêgazên destura bingehîn û cemaweriyê ye, hat redkirin. Ji bo betalkirina vê biryarê me Dadgeha 7. Îdarî ya Enqereyê doz vekir lê, îtîraza me hat redkirin.”

Demîrsoy û parêzerê xwe Murat Nas di 2010’an de ji bo temyîza biryarê serî li 10. Daîreya Daniştayê dan û ji wir jî hat gotin ku biryara dadgehê daye mafdare û biryar erêkirin.

Demîrsoy da xuyakirin ku lîstikvan jî çend caran hatine binçavkirin û wî jî piştî vî fîlmê kar ji xwe re nedîtiye û got: “Ezê dozê bibim Dadgeha Destura Bingehîn. Li vî welatî lêpirsînkirina cînayetan qedexe ye. Bi vê zîhniyetê jî zehmetek ku aştî bê.”

...