NAV-DEM: Li hember komkujiya Pirsûsê bêdeng nemîne
NAV-DEM’ê têkildarî êrîşa Pirsûsê daxuyanî da, bang li Kurdên Elmanyayê û demokratên Tirkiyeyî kir ku “li hember komkujiyê bêdeng nemînin”

NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîşa li Pirsûsê ya li hember endamên SGDF’ê ji aliyê DAIŞ û hikûmeta AKP’ê pêk hatiye. NAV-DEM’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca cezakirina Şoreşa Rojava û dostên wê komkujiyeke bi plan pêk aniye û got: “Ev komkujî planeke paşverû ye ya li hember bêdengkirin û pelçiqandina mirovatî, biratiya gelan û şoreşa gelan a li Rojava ye.”
NAV-DEM’ê kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û soza ku bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn da. NAV-DEM ji birîndaran re şifa xwest û bang li hemû navendên Civaka Demokratîk a Kurd, ABDEM, pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk, parêzvanên demokrasî, biratî û wekheviyê kir ku bilez îro ji bo protestokirina vê komkujiyê derkevin kolanan kir.