Namzetên HDP'yî ‘Jiyana Nû’ vedibêjin
Namzetên HDP’yî ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê xebatên xwe didomînin. Namzetên bi gel re tên gel hev behsa projeyên HDP’ê dikin.
Namzetên HDP’yî ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê xebatên xwe didomînin. Namzetên bi gel re tên gel hev behsa projeyên HDP’ê dikin.
Namzetên HDP’yî ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê xebatên xwe didomînin. Namzetên bi gel re tên gel hev behsa projeyên HDP’ê dikin. Namzet pirsgirêkên gel guhdar kirin û têkildarî çareseriyên wan axivîn. Di serdanan de hat diyarkirin ku yekane alternatîfa hilweşandina dîktatoriya AKP’ê HDP ye.
AYDIN
Li Aydinê xebatên hilbijartinan didomin. Ji bo piştgiriya xebatan re endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Pinar Aydinlar li navçeya Kûşadası bi jinan re hat gel hev. Aydinlarpaşê weqfên mala cem ên Kûşadasi û Soke ziyaret kir.
ÎZMÎR
Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Mulkiye Bîrtane û Derya Oz, esnafên Narlidere ziyaret kirin. Namzeta HDP’ê Eylem Yildiz jî li Karşiyaka bi rêveberên HDP’ê re belavokên hilbijartinê belav kir. Li Bazara Bostanli jî bang li gel hat kirin ku ji bo hêviyên aştî û demokrasiyê winda nekin divê biçin ser sindoqan.
Ji namzetan Muslum Dogan, Îbrahîm Alkan û Nazli Masatçi jî li ber buroya hilbijartinê ya Yamanlar projeyên HDP’ê ji gel re vegotin.
SÊRT
Namzetê HDP’ê yê Sêrtê Fatîh Dalgali û bijartiyên pê re gundê Helenzok ziyaret kirin û bi gel re hatin gel hev. Dalgali yê rastî eleqeyeke zêde ya gel hat behsa girîngiya hilbijartinê kir û piştgirî xwest.
MELETÎ
Namzetê HDP’ê yê Meletî Aydin Erdogan li navenda bajêr esnaf û muxtarên tax û gundan ziyaret kir. Erdogan û kesên pê re ku rastî eleqeyeke zêde ya gel hat paşê Muxtarê Taxa Saricioglu Şînasî Sûcû ziyaret kir.
Erdogan û kesên li gel li dû vê ziyaretê Serokê Komeleya Muxtarên Gund û Taxan Alî Seydî Yucekaya ziyaret kirin.
AMED
Namzeta HDP’ê ya Amedê û rêveberên HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de nexweşxaneyên Genesis, Memorial û Memorial Seytantepe ziyaret kirin. Heyet bi rêveberiya nexweşxaneyê re rûnişt, der barê pirsgirêkên nexweşxane û nexweşan de agahî wergirt.
Heyeta HDP’ê Mutlu Kaya ya piştî tevlî pêşbirkeke muzîkê ya di kanaleke televîzyonê de bibû rastî êrîşa çekdarî hatibû û li Nexweşxaneya Genesis tedawî dibîne ziyaret kir.