Namzetên HDP’ê bi gel re hatin cem hev

Namzetên HDP’ê, lez dan xebatên xwe yên hilbijartinan. Namzet bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re hatin cem hev.

Namzetên HDP’ê, lez dan xebatên xwe yên hilbijartinan. Namzet bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re hatin cem hev.

Namzetên HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca, Îbrahîm Ergîn û Sevgîl Olan, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Kocaelî Mehmet Akgul û Serokê Navçeya Derînce Çetîn Macak, HDP'yî, Komaleya Gêxî-Xolxol ya Çewligê, Komaleya Bajarên Serhedê yên Qers Erdexan Îdir, Komaleya Mêrdîniyan, Komaleya Semsûriyan û Mala Cem a Esentepe ziyaret kirin.

Di ziyaretan komaleyan de Namzetê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca wiha axivî: “Êdî dema wan bi dawî bû. Dema ku fêmkirin dema wan bi dawî bû, dest bi şer kirin. Ji bo koltixên xwe winda nekin, serî li tevahî karên qirêj û veşartî didin.”

Konca wiha axivî: “Ger li vî welatî wê bi tenê serê xwe desthilat hebe, ew ê jî desthilatiya gelan be. Mirov dixwazin qada ku lê dijîn bi xwe rê ve bibin, mafê wan ê axaftinê hebe, naxwaze kes ser navên wan baxive.”

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca, namzetê HDP’ê Îbrahîm Ergîn, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr Mehmet Akgul û Rêxistina Navçeya Korfez, di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li Cafe Kasaba bi nûnerên çapemeniya xwecîhî û neteweyî re hatin gel hev.

Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê li Antalya, Edene, Amed, Dêrsim, Meletî, Riha, Semsûr, Dîlok, Mêrdîn, Wan, Bedlîs, Colemêrg xebatên xwe bênavber didomînin.

Namzetên HDP’yî li her bajar û navçeyan ku rastî eleqeyeke zêde ya welatiyan tên, soza piştgiriya bi HDP’ê re tê dayîn.