Ji ber qetlîama dîrokî ya li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, aqûbeta berhemên çandî û dîrokî yên bi hezaran salan ên li Iraqê, careke din ket rojevê.
Muzeya Neteweyî ya Iraqê 12 sal piştî talankirinê, duh bi awayekî fermî hat vekirin. Serokwezîr Haydar El Ebadî di axaftina vekirinê de got, "Em ê şaristaniyê ava bikin û yên dixwazin wê tine bikin jî bixin wê rewşê ku neyên dîtin."
JI 15 HEZAR BERHEMÎ BI QASÎ 4 HEZAR 300 HATIN VEGERANDIN
Muzeya Neteweyî ya Iraqê, di dema destwerdana DYA ya sala 2003'an de hatibû talankirin û bi qasî 15 hezar berhemên dîrokî û çandî ya hatibûn xerakirin yan jî dizîn.
Li gorî Midûrê Muzeyê Kays Huseyîn Raşîd, ji 15 hezar berhemên di sala 2003'an de hatin dizîn, 4 hezar 300 jê di encama xebatên hatin meşandin de li muzeyê hatin vegerandin. Raşîd anî ziman ku ew didin dû 10 hezar berhemên mayî û diyar kir ku ew bazara berhemên dîrokî û muzayedeyan dişopînin.
Raşîd ragihand ku wan şopa berhemên herî girîng ên hatine windakirin, dîtine.
BERHEMÊN JI DEHAN ŞARISTANIYAN HEBÛN
Tê gotin ku piraniya berhemên li muzeyê hatine vegerandin, berhemên ji demên kevin ên rojhilat û Îslamê mane ne. Muzeya Neteweyî ya Iraqê berî were talnkirin, di serî de Sumer û Babîlan xwedî berhemên bi dehan şaristaniyan bû.
Qetlîama çandî û dîrokî ya li Iraqê li dû dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya par, zêde bûbû. Tevî peyker, dêr, tirbe, çeteyên DAIŞ'ê li herêmên dagir kirin berhemên dîrokî hilweşandin. Çeteyên DAIŞ'ê herî dawî gelek peykerên li Muzeya Arkeolojî ya li Mûsilê xera kiribûn.