MLKP’ê ji bo gerîlayên TÎKKO daxuyanî da
MLKP’ê ji bo gerîlayên TÎKKO ên di pevçûneke li Dêrsimê ya bi artêşa Tirk re rû da jiyana xwe ji dest dan peyamek weşand.
MLKP’ê ji bo gerîlayên TÎKKO ên di pevçûneke li Dêrsimê ya bi artêşa Tirk re rû da jiyana xwe ji dest dan peyamek weşand.
Di daxuyaniya bi serenava “Dewleta faşîst a mêtinker wê winda bike kesên ji bo azadiya gelan şer dikin wê bi ser bikevin” de wiha hat gotin: “Sê hevrêyên me yên gerîlayên TKP/ML TÎKKO, dema li hember dewleta Tirk a mêtinkar şer dikirin li geliyê Dêrsim-Mercan bûn nemir. Em hevrêyên xwe yên bûn nemir bi hurmet bibîr tînin, em soz dikin ku têkoşîna wan heta xeyalê azadiyê yê gelên me pêk bînin bidomînin.”
Têkoşîna me ya azadiyê ya li hember dewleta AKP’ê ya faşîst û mêtinkar a li dijî gelên me şerê qirêj û zilmê ferz dike wê di rênişandana stêrkên me de mezin bibe. Ala şer a hevrê Cengîz Îçlî (Unal), Hakan Çakir (Yûrdal), Ozguç Yalçin (Sefkan) li hember dewleta Tirk a mêtinkar bilind kirine wê bê pêşxistin.
Di serî de ji hevrêyên me yên TKP/ML TÎKKO û malbatên şehîdên me ji gelên me re sersaxiyê dixwazin.
Di şexsê hevrêyên me Unal, Yûrdal û Sefkan de em careke din soz didin şehîdên xwe ku em ê hêviyên wan û xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin, serketina azadî û sosyalîzmê bi têkoşîna me ya yekgirtî diyarî herêma me û gelên me bikin.”