Mitînga 'Zimanê Me Rûmeta Me ye' dest pê kir
Mitînga 'Zimanê Me Rûmeta Me ye' dest pê kir
Mitînga 'Zimanê Me Rûmeta Me ye' dest pê kir
Mitînga bi pêşengiya Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Amedê û Navenda Gîştî ya KURDÎ-DER'ê ya bi navê "Zimanê Me Rûmeta Me ye li rûmeta xwe xwedî derkevin" bi tevlîbûna hezaran kesan bi slogana "Em perwerdahiya zimanê zikmakî dixwazin" dest pê kir.
Mitînga bi pêşengiya Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Amedê û Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê ya bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Naventeweyî ya bi navê "Zimanê Me Rûmeta Me ye li Rûmeta Xwe Xwedî derkevin" li Qada Îstasyonê dest pê kir.
Polîsan li qada mitîngê li 4 cihên cuda noqteyên lêgerînê danîn. Berî mitîngê polîsan bi hinceta îxbara bombeyê heye qada vala kir û lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê gel ket qada mitîngê. Welatiyên bi 4 aliyan de ketin qada mitîngê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankarta "Ziman beden e li bedena xwe xwedî derkeve" qaliqandin.
Li ser dikê wêneyê Şahîn Oner ê ku di çalakiya 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê di encama qelîbîna wesayîta polîsan zirxî de jiyana xwe ji dest da ya nivîsa "Em te ji bîr nakin" û pankarta "Perwerdahiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn û rewaye" hatin daliqandin.
Bi hezaran welatiyên ketin qada mitîngê dowîza "Zimanê me rûmeta me ye" hilgirtin. Endamên Egîtîm Sen'ê yên li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê hatin jî bi kortejê ketin qada mitîngê. MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û xizmên windayan jî bi pankarata "Pêşengên zimanê me şehîdê me ne" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji Parka Koşuyoluyê heta qada mitîngê meş li dar xistin û tevlî mitîngê bûn. Endamên Egîtîm Sen'ê jî pankarte "Em perwerdahiya zimanê zikmakî dixwazin" vekirin û ketin qadê. Gelek welatî bi zarokên xwe ketin qadê.
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Endamê rêveberiya navendî ya Egîtîm Sen'ê Abdullah Karahan, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gultekîn, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrtu û gelek kesên din tevlî mîtîngê bûn. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Kasim Bîrtek ji bo axaftinê derket ser dikê.
Di mitîngê de sloganên "Be ziman jiyan nabe" û "Em perwerdahiya zimanê zikmakî dixwazin" tên qêrîn.