'Min ji dewletê bawer kir, kurê min winda kir'

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin hesab bê pirsîn" li ber Sumerbankê li dar xist.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin hesab bê pirsîn" li ber Sumerbankê li dar xist. Di çalakiyê de pankart û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Ji Dayikên Şemiyê Masîde Ocak, Hanîfe Yildiz û Ridvan Karakoç û rêveberên ÎHD'ê yên Stenbolê jî piştgirî dan çalakiyê.

Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Egeyê Alî Aydin balkişand ser cînayetên kiryar nediyar ên ji ber demboriyê ji holê radibin. Aydin diyar kir ku dosyaya Murat Yildiz ê ku di 1995'an de hate binçavkirin û hate windakirin dê ji ber demboriyê ji holê rabibe.

Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz diyar kir ku 27 sal berê bi kurê xwe Murat hatin Îzmîrê û xeyalên wan hebûn lê dewletê ji ber kurê wê winda kirin ev xeyal pêk nehatin û wiha got: "Min wê demê bawerî bi dewletê anî. Min kurê xwe teslîmî qereqolê kir. Dewletê baweriya min vala derxist. Kurê min winda kirin. Hikûmet bi pêkanîna demboriyê birînên me hêj bêtir kur dike. Yên hatin windakirin zarok û birayên me ne lê ev yêk eyba dewletê ye."

Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak jî diyar kir ku di sûcên mirovahiyê de demborî nabe û vê yêkê qebûl nakin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.