Mihrîcana Fîlman a Ciwanan dest pê kir
Mihrîcana Fîlman a Ciwanan dest pê kir
Mihrîcana Fîlman a Ciwanan dest pê kir
Li Edeneyê 3'emîn Mihrîcana Flman a bi temaya "3-2-1 Aştî" dest pê kir.
Duh li Edeneyê 3'emîn Mihrîcana Flman a bi temaya "3-2-1 Aştî" ku ji aliyê Sînemaya Kolektif, Kolektifa Jinê ya Zanîngehê û Kolektifên Xwendekaran hevpar ve hat amadekirin, dest pê kir.
Mihrîcana ku bi temaya "3-2-1 Aştî" yekem car li Edeneyê pêk hat, li Salona 3'emîn a Kozaya Zerîn pêk hat.
Di galayaya mihrîcanê de endamên Halkevlerî û gelek sînemahez amade bûn. Sînemavan Cansu Azazi, li ser girîng û wateya mihrîcanê rawestiya û xwest îsal mihrîcan bibe mihrîcana aştî û demokrasiyê.
Di mihrîcanê de fîlmê bi navê "Delikanlım iyi bak yildizlara", "ODTU ayakta", "Yazi tura", "Battle in seattle", "Great Dicdator ", "Zimanê Min li Kû ye ", Red û Dr. Strangelove" dê bên pêşandan.