Meclisa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê 3’emîn konferansa xwe pêk anî
Meclisa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê 3’emîn konferansa xwe pêk anî
Meclisa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê 3’emîn konferansa xwe pêk anî
Meclisa Parîsê ya TEV-ÇAND’ê ku 3’emîn Konferansa xwe pêk anî, dîsa biryarên pêkanîna mîhrîcanên folklorî ya li Fransayê, rojên filman a Kurdan û pêşbirka stranbêjan girt. Konferans diyariyê 3 jinên kurd yên li Fransayê hatin qetilkirin hat kirin.
Meclisa Parîsê ya Tevgera Çanda Demokratîk a Fransayê (TEV-ÇAND), 3’emîn Konferansa xwe ya Çand û Hunerê li Komeleya Çanda Kurd a Parîsê pêk anî. Konserans diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez k udi 9’ê çileyê 2013’an de hatin kuştin, kirin. Ji bo her jinên kurd û şehîdê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di konferanê de geşedanên dawî yên siyasî yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hatin nirxandin û komkujiya Parîsê hate şermezarkirin. Di konferansê de hate diyarkirin ku di hemû xebatên di qada çand û hunerê de tê kirin de dê xeta têkoşîna her sê jinên leheng yên kurd esas bê girtin.
Her wiha xebatên çanda li Parîsê û hunera çanda kurd di konferansê de bi awayekî berfireh hate nirxandin û li ser feranseta populer, û gelek mijarên din nîqaş hate meşandin. Ligel vê ji bo dema pêş derbarê xebatên çand û hunerê de av biryar hatin girtin.
Biryarên di konferansê de hatine girtin wiha ne:
-Pêkanîna mîhrîcanên folklorî yên her sal li Fransayê pêk tên.
-Pêkanîna pêşbirka stranan ya ku her sal li Parîsê pêk tê
-Pêkanîna Rojên Filmên Kurd ya ku bi pêşengiya Meclisa Parîsê ya TEV-ÇAND’ê pêk tê
-Divê ekîbên govendê di nava meclisê de xwe bi awayekî din rêixisin bike
-Di her komeleyê de ji bo zarokan divê komên govendê yên zarokan bên avakirin