Meclîsa Çilan pirsgirêkên bajar nîqaş kir

Meclîsa Çilan a ji netewe û baweriyên cuda pêk tê û di nava xwe de Kurd, Tirk, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, Keldanî, Elewî, Misilman, Êzidî û Xiristyanan dihewîne roja Înê civîna xwe pêk anî.

Meclîsa Çilan a ji netewe û baweriyên cuda pêk tê û di nava xwe de Kurd, Tirk, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, Keldanî, Elewî, Misilman, Êzidî û Xiristyanan dihewîne roja Înê civîna xwe pêk anî.

Civîna Meclîsa Çilan li Otela Kervansaray bi tevlîbûna Hevşaredara Bajarê Mezin Gulten Kişanak, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût û endamên meclîsa şaredariya Sûrê pêk hat.

Hevşaredar Fatma Şik Barût beriya civînê axaftinek kir bi kurtasî der barê kar û xebatên Meclîsa Çilan a deh mehan kir.  Şik Barût di axaftina xwe de anî ziman ku zêdeyî 100 hezar kesî ji Şengal û Kobanê ji ber şer û pevçûnan cih û warê xwe terk kirine û li vê herêmê bicih bûne. Her wiha Şik der barê alîkarî, û xwedîderketina gel jî de spasiyên xwe anî ziman.

Der barê Xebatên şaredariyê de jî Şik agahî bi beşdaran re parve kir û wiha got: ”Me di xebatên xwe yên şaredariyê yên gundan de jî heta niha 60 metre kere kevir li piyariyên wan danîne û ew xebata me berdewam dike.

Her wiha Barût di berdewamiya axaftina xwe de behsa girîngiya paqijiya bajar kir û got, “Divê em tev bi yek dest û yek dilê di vî warî de bixebitin û kampanya xwe ya paqijiyê berfirehtir bikin û bi rengekî çalak em dixwazin gelê me jî alîkar be ji ber gotineke wiha heye ku tê gotin 'Paqijiya herî pak neqirêjkirin e'. Lewre jî divê gelê me jî bi xebatkarên me yên paqijiyê re bibin alîkar û karê wan hesantir bikin. Her wiha divê pirsgirêkên veguhestinê jî werin çareser kirin.”

Hevşaredara bajarê Mezin Gulten Kişanak jî der barê girîngiya Meclîsa Çilan de nerînên xwe anî ziman û da xuyakirin ku ew meclîs xwedî girîngî û rêzgirtinê ye.  Kişanak der barê xerakirina hin cihên ku li Taxa Îskender Paşa li ber ketinê bûn nerînên xwe wiha anî ziman û got, “Der barê wan deverên ku li ber ketinê bûn û talûkeyek bû ji bo gelê me yê li wir dijîn û zarokên wan, lewre jî hewcedarî bi bang û alîkariya Meclîsa Çilan hebû ku rola xwe di qayilkirina xwediyê milk hebû da ku dest bi xebatên hilweşandina wan cihan bikin.”

 Her wiha Kişanak der barê xebatên TOKI'yê yên li taxên Ali Paşa, Lalebey û derdora Hz. Silêman TOKÎ û xwediyê milkan hîna li hev nekiriye. Kişanak wiha dewam kir: “Ji ber ku TOKÎ û xwediyê milkan li hev nekirine xebatên di van taxan de hatine rawestandin.

Di vê der barê de kêmasiyên şaredariyê tine ne û çend hevdîtinên di navbera TOKÎ û şaredariyê de jî bê encam mane. Em ê hewldanên xwe berdewam bikin da ku ev pirsgirêk bi rêya hevdîtinên bi Walîtî û TOKÎ re werin çareserkirin.”

Kişanak der barê xebatên şaredariyê de agahî da Meclîsa Çilan û wiha got: Em ê di meha Nîsanê de hemû rêyên xwe asfalt bikin, her wiha em ê ji bo ava baranê kanaleke din bi dirêjiya 65 km ava bikin. Bi wê yekê em pêşî li kombûna avê ya li hin deveran dibe wekî golan bigirin.

Ji bo wê projeyê bi tenê ew dê 24 milyon lîre ji bo vê binesaziyê di binê erdê xin, ji ber ku bi kombûna avê hemû rêyên me xera dibin. Lewre jî dema gelê me nerazîbûna xwe li hemberî xerabûna rêyan tîne ziman mafdar e û ji bo pêşîgirtina wê yekê em ê giraniya xwe bidin ser avakirina binesaziyê. Meha Nîsanê dema ku rewşa hewa baş bibe em ê dest bi asfaltkirina hemû rêyên xwe bikin û ji bo wê yekê me butçeyek ji 176 milyon lîre ji bo wê yekê veqetandiye. Heke rewşeke awarte çênebe em ê hemû rêyên xwe asfalt bikin.”

Kişanak her wiha der barê gelek xizmetên din ên şaredariyê di warê paqijiyê û veguhestinê de bi Meclîsa Çilan re parve kir.