Mamosteyê bilûra Kurdî jiyana xwe ji dest da
Mamosteyê bilûra Kurdî jiyana xwe ji dest da
Mamosteyê bilûra Kurdî jiyana xwe ji dest da
Hûnermendê û mamosteyê bilûra Kurdî Şêroyê Kasimovîç duh danê êvarî ji ber nexweşiya dil li Tîflîsê jiyana xwe ji dest da.
Mamosteyê bilûra Kurdî Şêroyê Kasimovîç (65) duh êvarê li cihê lê dayik bûyî paytexta Gûrcistan Tiflîsê li mala xwişka xwe di encama nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
Şêroyê Kasimovîç di jiyan xwe ya 65 salî de di mûzîka Kurdî de bi bilûlara xwe dihat naskirin. Bi taybet di nav Kurdên Sovyetê de yek ji wan kesan bû ku di pêşxistina mûzîka Kurdî de xwedî kedek mezinbû.
Şeroyê Kasimovîç demek dirêj li Ewropayê jî ma û di saziyê Kurd de xebat da meşandin. Bi bilûra xwe di gelek festival û organîsazyonê mezin de cih girt û bilûra Kurdî bi cihanê da naskirin.