Di çalakiya vê hefteyê ya ÎHD û xizmên windayan ên li Amed, Gever, Êlih û Şirnexê hate lidarxistin de li dijî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "heke em biçin wê torosên spî bên" nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin ku wan heta îro ev hêzên ku torosên spî şandine pirs kirine wê ji îro şûn ve jî bipirsin. Xizmên windayan banga "Bila Davutoglu hêzên ku torosên spî şandine aşkera bike" li Serokwezîr kirin.
AMED
Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi malbatên windayan re bi diruşmeya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 350'an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê çalakiya runiştinê pêk anîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Endamên Rêveberiya ÎHD'ê, malbatên windayan û parazvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya der barê "wesayîtên torosên spî" da û diyar kir ku ev windayên ku tê gotin kiryarên wan ne diyar hemû bi van wesayîtên "torosên spî" pêk hatiye û wiha got: "Em bi salan e bi van çalakiyan dixwazin ev kesên ku bi torosên spî kesan didan windakirin bên darizandin, têkoşîna me li ser vê esasî dimeşe. Heta niha pirsa me ya kesên bi van torosên spî windayiyan pêk anîn me dipirsî û em dê ji îro pê de jî bipirsin."
Bîlîcî anî ziman ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu kiryarên "Torosên spî" îtîraf kiriye û wiha domand: "Serokwezîr berpirsiyariya komkujiyên 'Torosên spî' girt ser xwe. Kesên ku hatî qetilkirin, li ku, kengê, çawa û ji aliyê kî/ê ve hatiye kuştin hemû di arşîvên dewletê de hene. Dewlet kujeran hemû baş dizane. Lê fermana wan kuştinan rasterast dewlet daye û ji ber vî nikare kujeran aşkere bike. Eger ku xwestibûyan dê zûde hatîbûna aşkere kirin. Lixwe mikûrhatina Serokwezîr ne ji rêzê ye. Li ser xwe girtina komkujiyane. Divê Serokwezîr cihê 'torosên spî' û sedema nedarizandina wan bibêje."
'BAVÊ MIN LEŞKERAN KUŞT'
Piştî axaftina Bîlîcî, çîroka Halîl Başkurt yê ku di sala 1989'an de li gundê Koruklukaya ya navçeya Dihê ya Sêrtê ji hêla JÎTEM'ên bi "Torosên spî" hat qetilkirin hat xwendin.
Kurê Başkurt, Resûl Başkûrt ku der barê bûyerê de îfade daye Dozgeriya Komarê ya Cizîrê wiha vegotiye: "Em li gundê Derguvî rûdiniştin. Bavê min dema ji gund çû winda bû. Piştî bûyerê, di wê demî de cerdevan Necmettîn ê gundê Bîkatê, ji xezûrê mi Mehmet Alî Atabay ku ew jî di heman gundî dimîne re agahiya bûyerê da. Xezûrê min jî agahî da me, ji me re gotibû ku cenazeyê bavê min bi helîkopterê anîne vî gundî definkirine. Ya bavê min leşkeran kuştin. Piştî 2 mehan, ji hêla Dozgeriya Komarê ya Dihê ve gazî me kirin. Dema min ji dozger re pirsa 'we çima bavê min kûşt?' pirsî dozger jî bersiva 'bavê te terorîstbû, di pêvçûnê de hat kuştin'. Me got bavê min ne terorîst e. Lê me tu encamek negirt. Ji qetilkirina bavê min Tuxgeneral Erdînç Ture û Namî Acar berpirsiyar in."
Piştre, çalakiya rûniştinê pêk hat.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 81'emîn de li kolana Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîka mamosteyê zimanê îngilizî Suleyman Aksu yê di qatlîama Pirsûsê de jiyana xwa ji dest da Kudret Aksu, HDP, DBP û rêxistinên sivîl ên civakî jî piştgirî dan çalakiyê. Dİ çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şevket Kartal ê di 11'ê cotmeha 1994'an de li gundê Alekenanê hate qetilkirin hate pirsîn. Piştî rêzgirtiyê biraziyê Kartal, Veysî Kartal axiv^û wiha got: "Roja bûyerê Waliyê Colemêrgê, Qaymeqamê Geverê û Fermandarê Tabura Cendirmeyan bi rûspiyên gund ve civînê li dar dixe û xwest bibin cerdevan. Ji ber ku gundî vê yekê qebûl nakin pêkûtî dest pê dike." Veysî Kartal anî ziman ku ji ber ku Kartal "qaçaxê" leşkeriyê bû dema ku ji bo daweta birayê xwe diçû Oremarê li gundê Alekananê dema derbas dibin leşker bi hinceta PKK'i ye îxbar hatiye kirin leşkerên gund dorpêç kirine wî dikujin.
'LI PIŞT PANZERÊ GIRÊDAN Û ANÎN QADA GUND'
Kartal destnîşan kir ku piştî ku Veysî Kartal tê qetilkirin canezeyê wî li pişt panzerê tê girêdan û bi vî rengî tînin qada gund. Kartal destnîşan kir ku li ser vê bûyerê doz hatiye vekirin lê heta niha tu encemek bi dest nexistine. Kartal got ku piştî qetilkirina Veysî Kartal hevser û 4 zarokên wî koçî Kampa Mexmûrê kirine û li wir mane careme din venegeriyane.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolanan Gulîstanê hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Tarim diyar kir ku ew dê ala têkoşîna pîroz a salên 90'î ya "Dayîkên Aştiyê" ji pêşerojê re bibin. Tarim gefên Davutoglu yên "Torosên spî" bi bîrxistin û anî ziman ku torosên sipî yên di cînayetên kiryar nediyar de bikaranîn rûyê reş ê Tirkiyeyê. Tarim da zanîn ku niha li şuna torosên spî Rangerên zirxî girtine û wiha bang li Erdogan kir: "Dest ji qetilkirina zarokên me berbide."
ŞIRNEX
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de pirsa 6 gundiyên ku di sala 1993'an de hatin binçav kirin û ji wê demê pê ve tu agahî ji wan nehatiye girtin hate pirsîn.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayikên Şemiyê di hefteya 354'emîn de civiyan û bi şîara "Bila wenda werin dîtin û faîl werin darizandin" pirsa xizmên xwe yên wenda kirin. Dayikên Şemiyê ku li Kuçeya Hunerê civiyan, sûretên xizmên xwe yên wenda hilgirtin.
Malbatên kesên ku di 9 rojên awarte de li Cizîrê hatin qetil kirin jî tevlî çalakiyê bûn.
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat di çalakiyê de axivî û got ku dê lêgerîna dadê ya malbatan berdewam bike.
Pusat, çîroka 6 gundiyên bi navê Îlhan Abak, Ahmet Ozdemîr, Fîkrî Şen, Ahmet Ozer û Bahrî Esenboga yên ku di 13'ê Tebaxa 1993'an de li gundê Findiq a navçeya Basan a Şirnexê hatin binçav kirin vegot. Pusat diyar kir ku kesên wenda ji ber zexta cerdewaniyê qebûl nekirine gundê wan Bênat hatiye şewitandin û li gundê Findiqê hatine binçav kirin.
KEKÊ WÎ JÎ HATE QETIL KIRIN
Pusat da zanîn ku kekê Bahrî Esenboga, Hasan Esenboga jî 4 meh şûn ve hatiye qetil kirin û wiha pê de çû: "Kekê Bahrî Esenboga dema ji bo ka bikire çû Cizîrê bi zorê li wesayîtek spî hate siwar kirin û 8 roj şûn ve cenazeyê wî li ser reya Cizîr-Hezex ji aliyê gundiyan ve hate dîtin. Gelek kes şahidiya vê bûyerê kiriye û dîtine ku Cemal Temîzoz di wesayîtê de ye lê ji ber tirsê kes nikaribû şahidiyê bike."
Piştî axaftinê 5 deqqe çalakiya rûniştinê hate kirin.