Malbata Ûçan bi dara gûzê re dijî

Malbata Gulîzar Ûçan a li gundê Hankoy ê navçeya Dêrsim Nazimiye ya berî 23 salan hat valakirin dimîne, bi dara gûzê ya koka wê li nava mala wan e dijî. Malbata Ûçan bang li welatiyên xaniyan çêdikin kir, ku zerarê nedin daran.

Malbata Gulîzar Ûçan a li gundê Hankoy ê navçeya Dêrsim Nazimiye ya berî 23 salan hat valakirin dimîne, bi dara gûzê ya koka wê li nava mala wan e dijî. Malbata Ûçan bang li welatiyên xaniyan çêdikin kir, ku zerarê nedin daran.

Mala Ûçan a koçî Stenbolê kir, tevî her tiştî jî xwest li cih û warên xwe vegere. Di sala 1991-1992'an de neçarî koçberkirina bi zorê man.

Piştî bi salan li gundê xwe geriya û bêyî dara gûzê bibire û zerarê bide, xaniyê xwe çêkir. Malbata Ûçan a li gund vegeriya, bi dara gûzê re li gund dijî.

MÎRATEYA DARA GÛZÊ

Malbata Ûçan got, "Xaniyên me yên li gund, ji ber demeke dirêj kes tê ne bûn, hilweşiyan. Ji ber ku ya ji bav û kalên me ji me re ma dara gûzê bû, me jî got divê em vê darê biparêzin. Dûre ji bo ji bo zerarê nedin dara gûzê me koka darê di nava xaniyê xwe de hişt. Bi darê re em dijîn. Em jiyana xwe bi dara gûzê re dewam dikin."

'JI BO YÊN LI GEZÎ JIYANA XWE JI DEST DAN...'

Gulîzar Ûçan got, "Di rewşeke ku li Gezî ciwanan ji bo dar neyên qetilkirin jiyana xwe feda kirin de, ez ê çawa dara gûzê bibirim" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya 23 salan ji ber ku gundê me bi zorê hat valakirin, em jî neçar man koç bikin. Li Stenbolê li nava betonan em jiyan. Bi salan em bi hesreta xwezayê, daristanan man. Gelek ciwanên me ji bo dar neyên jêkirin, canê xwe feda kirin. Min jî berî salekê biryar da vegere gund. Li erdê me, li erdê me xanî lê kir dareke me ya gûzê hebû. Me xwest bibirin û piştre ciwanên di bûyerên Gezî de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîra min. Ji bo bîranîna wan me ev gûz rizgar kir. Min ji hostayan rica kir, ku çend rojan zêdetir bixebitin û koka darê li nava odeyê bihêlin. Em li ber koka vê darê radizên û hişyar dibin. Me biryar da ku vê darê ji bo bîranîna ciwanên di Gezî de jiyana xwe ji dest dan, nebirin. Ciwanên li wê derê jiyana xwe ji dest dane, wê li vir bi me re bijîn."

...