Adîle û Ayhan Ardûç ên 9 meh in li gund asê mane û gundî îsmaîl Atay û Yildiz Kohl wê beşdarî çalakiyê bibin.
Der barê miajrê de malbata Ardûç ji ANF'ê re axivî: "Ev saleke em li Ilisû asê mane. Hemû mafên me yên jiyanê hatine talankirin. Tevî ku me gelek caran serî li hemû saziyên pêwendîdar; Qeymeqamiya Nazimiye, Walîtiya Dêrsimê, Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawidorê, Îdareya Taybet a Bajêr, Serokwezaretî, Serokkomarî, Wezareta Ragihandinê û hemû partiyên siyasî dan jî, pirsgirêka me nehat çareserkirin. Em vê zilma ku li me, li pîrozmendiyên me, li xwezaya me, li qadên me yên jiyanê û li mafên me yên jiyanê tê kirin, şermerzar dikin. Ji ber ku em nikarin vê qebûl bikin, ji 5'ê Tîrmehê û pê ve em dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a bê dawî dikin. Di serî de endamên çapemeniyê em bang li her kesên hestyar, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên li hundir û derveyî welat ji bo qadên xwezayî-jiyanê têdikoş in, dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."
Malbata Ardûç diyar kir ku di hevkariya Lîmak-Bîlgîn de bi cemawerîkirina lezgîn a bê hiqûqî re, axa ku mirovên li herêmê bi sedan salan bi ked û xwêdana xwe bi kar aniye, di binê avê de maye û got, "Erdê ku nikarin di binê avê de bihêlin, bi qutkirina rêya çûn û hatina wê derê, dixwazin tine bikin."
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Tevî ku bi biryarên dadgehê re neyînî hat dîtin jî LÎMAK Holdîngê li ser Çemê Perî yê li Dêrsim û Elezîzê Bendava Pembelîk û HES çêkir. Ji ber bê bendav û HES'ê, Ayhan û Adîle Ardûç li Gundikê Ilisû yê gundê Dallibahçe yê navçeya Nazimiyeyê asê man. Ji ber bendavê ava li herêmê zêde bû û rê û pira diçe gund di binê avê de ma. Ayhan û Adîle Ardûç diyar kirin, ku heta derfetên ragihandinê bê afirandin ew ê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin.
LÎMAKÊ SOZÊN DA BICIH NEANÎ
Ayhan Ardûç ê ji ber qeza kar beşek ji bedena wî felç bû, ji bo çareseriya pirsigirêkan, tevî Serokkomarî, Serokwezaretî û Walîtiya Elezîzê serî li gelek saziyan da. Ardûç anî ziman ku wan ji serlêdanan ti encam bi dest nexistine û got, "Bi hevkariya Şîrketa Lîmak û Bîlgînler Elektrîkê, ji ber bendavên Seyrantepe û Pembelîk, rêyên me qut bûn. Ez welatiyekî astengdar im, 9 meh in li vê derê pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Ne dikarim maeşê xwe bigirim, ne jî zarokên xwe bibînim. Mala me xwedî destûrname ye. Li gund bi hevsera xwe re dimînim. Di raporên ÇED ên bendavê de soz hatibû dayîn ku hem projeya pirê hem jî rêyên xera bûne, werin çêkirin. Lê belê ne rê sererast kirin, ne jî pir çêkirin. Ji xwe bendava hatiye çêkirin qaçax e û niha elektrîkê hildiberîne. Lê em li gundê xwe bûn penaber. Li aliyekî behsa projeyên vegera li gundan dikin, lê li aliyê din hewl didin me ji vir derxînin. Eger tiştek bê serê me berpirsyar ev şîrket in û dewlet e."