Lojmanên edliyeyê yên bi mîlyonan hatin çêkirin vala man

Lojmanên edliyeyê yên piştî du erdhejên mezin ên li Wanê bi mîlyonan lîreyî hatin çêkirin, ji aliyê dadger û dozgeran ve bi hinceta "ewlekariya jiyanê nîne" teslîm nehatin girtin.

Li Wanê, bi dehan lojman û avahiyên saziyên dewletê yên di sala 2011'an de piştî erdhejên mezin zerareke mezin dîtin, hatin hilwşandin û ji nû ve hatin çêkirin. Yek ji lojman û avahiyên cemaweyê yên hatin çêkirin, li Taxa Sîpan a navçeya Artemêtanê ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji bo dadger ûd ozgeran hat çêkirin. 130 daîreyên ji 4 blokan, bûn lojmanên edliyeyê.

BERÎ SALEKÊ QEDIYA, TI KES LÊ BI CIH NEBÛ

Avahiyên ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve bi 3 mîlyon û 420 hezar lîreyî hatin çêkirin, ku xwedî ewlekariyeke bilind û gelekî luks in, di sala 2014'an de qediyan, lê hînê kesek bi cih nebûye. Dadger û dozgerên wê li van avahiyan bimînin, pirsgirêka "ewlekarî", "çûn û hatinê" anîn ziman û li avahiya bi cih nebûn.