Lîstika “Hêviya me hûn in” derket ser dikê

Lîstika “Hêviya me hûn in” derket ser dikê

Mîhrîcana 4’mîn a Rojên Şanoyê yên Êlihê ya bi dirûşma “Em mirov ji mirov re bi mirovî vedibêjin” di roja çaremîn de ji bo şanohêzan didome. Koma Şanoyê ya NÇM’a Îzmîrê bi lîstika “Hêviya me hûn in” derket ser dikê û ji temaşevanan eleqeke mezin wergirt.

Mîhrîcana 4’mîn a Rojên Şanoyê yên Êlihê ya bi dirûşma “Em mirov ji mirov re bi mirovî vedibêjin” di roja ji çaremîn de ji bo şanohêzan didome. Di roja çaremîn de lîstika duyemîn a vê rojê Koma NÇM’a Îzmîrê lîstika bi navê “Hêviya me hûn in” derket ser dikê. Lîstik ji bo bîranîna gêrîlayê HPG’ê Hêvî Şanoger hatiye amadekirin û ji bo bîranîna wî hate pêşandan. Dema beriya Hêvî Şangoger tevlî PKK’ê bibe wî jî vê lîstikê çê kiriye û her tim ji bo temaşevanan daye pêşandan.

Di naveroka lîstikê de ji dayîkbûna Hêvî Şanoger û heta tevlîbûna wî PKK’ê hatiye sazkirin. Lîstik bi nasîna pêşêngên PKK û gotinên wan ên li pey xwe hiştine destpêdike. Piştî nasîna PKK’yan û gotinên wan Hêvî wek zarokek Kurd ji dayîk dibe û li ser jiyana wî zarokatiyê didome. Hêvî mezin dibe û diçe dibistanê û piştî dibistanê bi zordariya malbata xwe diçe leşkeriya tirk. Hêvî li leşkeriyê her tim rastî gef û zordariyê leşker û rayedarê wan tê. Li gel gefan rastî pişaftinê jî tê. Herî dawî Hêvî li hember PKK’yan bi xizmek xwe re dikeve pevçûnekî û di nava PKK’yan de jî yek jin xizman wan derdikeve û li hember hev du şer dikin. Her dawî di lîstikê de leşker ne çar dimînin teslîmî PKK’yan dibin û lîstik bi gotina lîstikvanan a “Hêviya me hûn in” bi dawî dibe.

Di kêliyên lîstikandinê de temaşevanan hin caran xemgîn dibin û hîn caran jî kêliyên bi ken derbas kirin. Lîstikvanan eleqekî baş ji temaşevanan wergirt. Di dema dawîbûna lîstikê de temaşevanan bi deqîqeyan li çepikan dan û lîstik û lîstikvanan silav kirin.