Li Wanê gel li meclîsên taxan pirsgirêkên xwe çareser dike

Meclîsên taxan ku yek ji hêmanên bingehîn ên rêxistinbûyîna demokratîk û xweseriya demokratîk e, jiyana gelê Wanê hêsan dikin.

Meclîsên taxan ku yek ji hêmanên bingehîn ên rêxistinbûyîna demokratîk û xweseriya demokratîk e, jiyana gelê Wanê hêsan dikin. Piştî ku ev pêkanîn li gelek taxan ket meriyetê, gel pirsgirêkên xwe li meclîsên taxan nîqaş dike û çareseriyê jê re dibîne.

Pirsgirêkên Taxa Şerefiye ya ku nifûsa Wanê ya herî zêde lê ye, di salên dawî de xebatên meclîsên taxan û şaredariya DBP’î ya Îpekyolê gelek sivik kirin.

Herî dawî welatiyên li 8 kolanên taxê dijîn, ji meclîsa taxê xwestin rê bê asfaltkirin û li ser vê yekê Şaredariya Îpekyolû ev daxwaz bi cih anî. Gel daxwazên xwe ji Meclîsa Taxê re radigihîne û niha jî dixwazin ku dîrekên elektîrîkê yên li nava kolanê ne û xetere ne, bên rakirin.

Hevserokên Meclîsa Taxa Şerefiye Fadil Bariştiran û Edîbe Babur li ser xebatên xwe agahî dan û  diyar kirin ku hemû meclîsên taxan ji bo pirsgirêkên gel çareser bikin, xebatên xwe didomînin.

'BUROKRASIYA DEWLETÊ DIBE ASTENG'

Fadil Bariştiran da xuyakirin ku ji ber gel bawer dike pirsgirêkên gel ne ji navendî, ji herêmî tê çareserkirin, serî li wan dide û got: "Pirsgirêkên taxa me zêde ne. Me jî bi gelê xwe re pirsgirêk tespît kirin. Ji bo çareserkirinê em dikevin nava hewldanan. Lê saziyên dewletê bi hestiyar nêzî serlêdanên me nabin. Mînak me bi dehan carî serî li TEDAŞ’ê da ku dîrekên elektîrîkê yên li kolanê rakin. Lê me encamek negirt. Gelek pirsgirêkên me dikeve ber astengiya burokrasiyê.  Pisgirêkên me hene, lê  hêza me ya ku em van çareser bike jî heye."

'DIVÊ GELÊ ME SERÎ LI MECLÎSÊN TAXAN BIDE'

Bariştiran bi lêv kir ku armanca meclîsên taxan ev e ku li taxan rêxistibûnê pêş bixînin û wiha berdewam kir: "Di nava wezîfeyên meclîsên taxan de karên çandî, civakî, aborî û perwerdeyî hene. Di vî alî de di nava hedefên wê de pêşxistina rêxistibûna gel heye. Di vê mijarê de meclîsên gel, pir pêş ketine. Em bang li gelê xwe dikin, ji bo çareserkirina pisgirêkên xwe  serî li meclîsên gel bidin."

'GEL DIXWAZE PIRSGIRÊKÊN XWE LI CIH ÇARESER BIKE'

Edîbe Babur jî wiha got: "Em, meclîsên taxan yekîneyên herî jêrîn ên xweseriya demokratîk dibînin. Meclîsên me ji bilî aliyê xwe yên fermî yê dewletê, di qadên tenduristî, aborî, çandî, derdor û perwerdeyê de jî piştevaniyê pêş dixîne. Em jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomînin. Gelê me bi meclîsan re ji herêmî li çareseriya pirsgirêkan digere. Ev tiştekî gelek kêfxweşe.”

Şêniyê taxê Samî Salîhoglu jî kêfxweşiya xwe ji xebatên meclîsa taxê re anî ziman û got: "Me ji bo stasyonên bazê, dîrekên elektîrîkê, texrîbatên li taxê pêk tên serî li meclîsê da. Berê me muxatab nedidîtin. Niha ne wisa ye. Meclîsên me hene û li her pirsgirêkên me guhdarî dikin. Ev me gelek kêxweş dike."

...