Li Wanê di nimêja Înê de nîqaşa 'Cizîrê'

Li Wanê di dema nimêja Înê de gel nerazîbûn nîşanî mele da.

Li Wanê di dema nimêja Înê de gel nerazîbûn nîşanî mele da.

Li Wanê, nimêja Înê bû sedema nîqaşên li ser Cizîrê. Di serî de mizgeftên Hz. Omer, Tillo, Sezener û Hecî Mehmet Emîn li gelek mizgeftan, meleyan di nimêja Înê de xutbeya Înê ya ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve hat şandin xwendin. Meleyan di xutbeyê de behsa zarokên li Sûriye, Filistîn û Iraqê zilmê dibînin kirin. Li ser vê yekê civatê nerazîbûn nîşan da û got, "Hûn çima qala Cizîrê nakin." Meleyên mizgeftê jî nivîsa di destê xwe de nîşan dan û gotin, "Xutbeya ji me re hatiye dayîn ev e." Li ser vê yekê gelek kesan berê xwe zîvirandin, pişta xwe dan melê û mizgeft terikandin.

'EM DIXWAZIN NIMÊJA ÎNÊ YA ALTERNATÎF'

Girseya gel nerazîbûn nîşanî rewşê da û anî ziman ku li mizgeftan bi zimanê AKP'ê xutbe tên xwendin. Civatê da zanîn ku ji ber di xutbeya duh de qet behsa komkujiyuên li Cizîrê nehatiye kirin, ew ji mizgeftê derketiye. Hin kesan jî diyar kirin ku li hemberî vê rewşê divê nimêja alternatîf bê kirin.

MELE: RAST E NERAZÎBÛN HAT NÎŞANDAN

Serokwezê Diyanet Vakif Senê Ferît Onur ê li Mizgefta Hecî Mehmet Emîn meletiyê dike anî ziman ku gel daxwazên bi vî rengî ji wan dike. Onur bi rêya telefonê ji me re axivî û got, "Xutbeyên li hemû mizgeftan tên xwendin ji cihekî tê. Em nikarin dest li wir werdin. Duh jî di dema xwendina xutbeyê de hin welatiyan nerazîbûn nîşan dan. Lê ji ber ku min hingî bala xwe dabû ser xwendina xutbeyê, min naveroka xutbeyê fêm nekir."

'QALA ÎSLAMIYET Û HZ. MÛHAMMED NAYÊ KIRIN, QALA AKP'Ê TÊ KIRIN'

Serokê Komeleya Piştgirî û Meleyan a Wanê (VADAY-DER) Mûgdat Mîrekoglû jî diyar kir ku li mizgeftan di demên dawî de timî nerazîbûn tên nîşandan û anî ziman ku di xutbeya duh a Înê de jî ji ber ku qala komkujiya li Cizîrê nehatiye kirin, civatê mizgeft terikandiye. Mîrekoglû got, "Xutbeya tê xwendin ji aliyê Diyanetê ve di çarçoveya polîtîkayên desthilatdariya heyî ve tê amadekirin. Lewma rastiyên Îslamiyet û Hz. Mûhammed nayên vegotin. Ev danîne aliyekî, metnên li gorî daxwazên desthilatdariya heyî bi meleyan didin xwendin. Li hemberî vê yekê gelê me mizgeft terikandiye."