Li Viyanayê fînala pêşbirka stranên kurdî pêk tê
Li Viyanayê fînala pêşbirka stranên kurdî pêk tê
Li Viyanayê fînala pêşbirka stranên kurdî pêk tê
Tevgera Çanda Demokratîk ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAD) li Awûstûryayê şahiya fînala pêşbirka stranên kurdî di 3’ê sibatê de çêdike. Pêşbirk diyarî 3 jinên Kurd yê li Parîsê hatin qetilkirin, hate kirin.
Bi organîzeya TEV-ÇAND’ê li Awûstûryayê fînala deng ya kurdî dê di yekê mijdara 2012’an de pêk bihata lê ji ber grevên birçîbûnê yên girtîgehan hatibû paşvexistin.
Organîzatoran da zanîn ku, dê fînal di 3’ê sibatê de roja yekşemê pêk were. Pêşbirk dê diyariyê 3 jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên kirn.
Pêşbirka bi navê ‘Tu jî bi stranên xwe dengê xwe bide azadiyê’ nêzî 30 kesî serî lê dabû û 12 kes ji bo fînalê mabû.
Pêşbirk bi zaravayên Kurdî yên Kirmancî, Zazakî, Soranî û Goranî pêk tê. Her wiha jûriya pêşbirkê jî Hozan Comert, Elî Guler, Şengul, Sefqan û Delîl Xidir ve tê kirin.
Ev pêşbirka yekemîn du di navbera kurdên Ewropayê de pêk tê, rastî eleqeyeke mezin ya kurdên Awûstûryayê tê. Di pêşbirkê de Ozan Serhat, Ozan Mizgîn ku di têkoşîna azadiyê de tên bibîranîn û her wiha tê armanckirin ku, muzîka kurdî bi nifşê nû bidin hezkirin.
Tevgera Çanda Kurd ya Viyanayê bang kir û wiha got: “Armanca me eve ku em muzîka kurdî bi nifşên nû bidin hezkirin û li ser vê yekê li ser ziman û çanda kurdî hestiyariyê bidin afirandin. Peywira me ya herî sereke eve ku em çand xwe bijîn û bidin hezkirin.
Ev peywir jî bi pêkanîna xwedî lê derketina muzîk, klam û stranane. Em wek ewladên gelê ku dîroka wan ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsin, divê bi hestiyariyeke mezin peywira xwe bînin cih.
Em bi vê pêşbirkê dixwazin nirxên xwe yên çandî bibîrbînin. Em dixwazin muzîka xwe pêşve bibin. Em dixwazin bi sefoniya xwe tevlî bibin. Ji ber vê em hemû kesî vedixwînin şahiya xwe ya bi navê ‘Tu jî bi stranên xwe deng bide azadiyê’ bibin.