Li Swîsreyê Mereşî ji bo HDP’ê kom bûn
Mereşiyên ji bo piştgiriya HDP’ê li Swîsreyê hatin gel hev, dest bi xebatên hilbijartinan kirin.
Mereşiyên ji bo piştgiriya HDP’ê li Swîsreyê hatin gel hev, dest bi xebatên hilbijartinan kirin.
Mereşiyên ji bo piştgiriya HDP’ê li Swîsreyê hatin gel hev, dest bi xebatên hilbijartinan kirin.
Mereşiyên li bajarê Zurîh û kantonên derdorê yên Swîsre dijîn, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê dest bi xebatan kirin.
Di civîna hilbijartinê ya kantonên Winterthur, Luzern, St.Gllen, Zug jî digire nav xwe, ji bo komîteya rêveberiyê 5 kes û ji bo herêman 15 kes hatin hilbijartin. Nûnerên Elewiyan jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de; amadekariyên teknîkî yên ji bo hilbijartinan, diyaloga bi Kurd û Tirkiyeyiyên ji hemû beşên civakê, deşîfrekirina polîtîkayên qirêj ên AKP û CHP’ê, nûkirina qeydên hilbijartinan, tedbîrên di dema dengdanê de bên girtin, serdanên malbat, şexs, esnaf û saziyan jî di nav de gelek xebatên bên kirin hatin nirxandin.
Komîte, heta hilbijartinan ji bo HDP gelek dengan werbigire wê aktîvîteyên cuda pêk bîne.