Li Swîsreyê çanda kurdan hat nasandin

Li Swîsreyê çanda kurdan hat nasandin

Kurdên ku li Swîsreyê dijîn îsal di heman demê de li du bajarên Swîsreyê li St Gallen û Baselê rojên çanda kurdî li dar xistin. Armanca çalakiyan ew bû ku çanda kurdî bi gelên Skandînavî bidin nasîn û di navbera gelan de pira çandî ava bikin. Di vê çarçoveyê de li Baselê 3’yemîn Rojên Çanda Kurdan û li St Gallenê 4’emîn Hefteya Çanda Kurdan bi çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.  Di çarçoveya rojên çandê de ji panelan bigire heta semîneran, ji şanoyê bigire heta sînemayê û konseran gelek çalakî hatin lidarxistin.

DIYARIYEK WATEDAR

Çalakiyên nasandina çanda kurdan a li Basel û St Gallen ên Swîsreyê bi çalakiyyên cihêreng bi dawî bû. Di çarçoveya çalakiyan de li Baselê herî dawî lîstika şanoyê ya bi navê ‚Dîsko 5’Nolu’yê ku lîstikvanên Destar Teatreyê amade kirine, derket ser dikê û çalakiyên nasandina çanda kurdan a îsal bi dawî bûn. Lîstika navborî ji aliyê koma şanoyê ve diyariyê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz ku li paytexta Fransa Parîsê tevli nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û yek ji aktîvîstên tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hat qetilkirin, hat kirin.

DESTRA TEATRE

Çalakiyên ku di pêşengiya Navenda Çanda Medê ya Baselê hatin lidaxistin li salona şanoyê ya Arlecchinoyê bi pêşandan lîstika ‚Dîsko 5’Nolu’ bi dawî bû. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke baş hat. Lîstik 8’ê adarê li  Şanoya Muzîkê ya Albertslund – Kobenhavna  Danîmarkayê, 9’ê adarê li Strandgardskolen – Kobenhavna Danîmarkayê û  13-14’ê adarê li Folkets Hus Hallundaya Stockholma Swîsreyê dê derkeve ser dikê. 

LÎSTIKEK BI XOF

Lîstik behsa îşkenceyên ku li Zindana Amedê pêk hat, dike. Di lîstikê de em li bîranîna berxwedêr û îşkencekaran temaşe dikin. Lîstika ku bi hevpeyvînên bi berxwedêrên di wan deman de li Zindana Amedê rastî îşkenceyan hatine hatiyey nivîsandin li Baselê jî bi eleqeyeke emzin hat temaşekirin.

Dekora lîstikê ji tevneke mezin a pîrikê, kursî û ji werîsek pêk tê jî di heman demê de ruhê lîstikê dertîne holê. Lîstika ku mirovan dibe wan deman bi ronahiyeke flu jî xofdar e. Lîstika ku bi kurdî hat lîstik ji bo swêdiyan bi jêrenivîsa almanî hat pêşkêşkirin.

LÎSTIKÊN KURDÎ

Lîstik di serê de li Stenbolê li gelek bajaran hatiye pêşandan. Derhênerê lîstikê Berfîn Zenderlîoglu û muzîkjen Mîrza Metîn diyar kirin ku ew gelek keyfxweş bûne lîstika xwe di organîzasyoneke bi vî rengî de li Baselê li Navenda Çanda Medê derxistine ser dikê. Zenderlîoglu û Metîn anîn zimanku ew cara yekem e li Swêdê derdikevin ser dikê û wiha axivîn: „Me destpêka turneya xwe yay Ewropayê jî bi vê minasebetê ji Baselê da destpêkirin.“ Derhêner Zenderlîoglu diyar kir ku ji bo wan gelek girîng e ku lîstika xwe bi kurmancî derxin ser dikê û axaftina xwe wiha domand:“Em bi vî awayî armanc dikin ku êş û azarên ku gelê me kişandiye bi zimanê xwe yê zikmakî bînin ziman. Em wekî koma Destar Teatreyê lîstikên bi kurdî dilîzin û ji vê yekê jî gelek keyfxweş in.”

KONSERA MEHMET ATLI

Li St Gallenê jî rojên çandê berdewam dikin. Di çarçoveya bernameyê de bi navê ‘Rewşa kurdan a aktuel û kurd çi dixwazin’ paneleke jî hat lidarxistin. Di panela hat lidarxistin de di axaftinan de hat destnîşan kirin ku ligel hemû zext û pêkutiyan jî çanda kurdan xwe bi pêş xistiye. Çalakiyên hefteyê bi konsera Mehmet Atli bi dawî bû. Beşdarên çalakiyna anîn ziman ku çalakiyên bi vî rengî ji bo hevnasînê gelek sûdewar in û spasiya xwe pêşkêşî amadekaran kirin.