Li Swêdê ajokarên motorsîkletê DAIŞ û AKP protesto kirin

Li paytexta Swêd Stockholmê, ajokarên motorsîkletê yên ji kulûbên cuda yên MC bi motorsîkletên xwe re konvoyek çêkirin û ji ber qirkirinên li Iraq û Sûriyeyê çeteyên DAIŞ'ê û AKP a destekê dide çeteyan protesto kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ajokarên motorsîkletê yên ji kulûbên cuda yên MC bi motorsîkletên xwe re konvoyek çêkirin û ji ber qirkirinên li Iraq û Sûriyeyê çeteyên DAIŞ'ê û AKP a destekê dide çeteyan protesto kirin. Ajokaran bang li dewleta Tirk kirin ku qirkirna 1915'an a li hemberî Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontûs qebûl bike.

Duh saet di 12.00’an de li Stokholmê nêzî 40 ajokarên motorsîkletê li taxa Kaknastornet hatin cem hev û bi konvoyê çûn ber seferatxaneya Tirk.  Ajokarên motosîkletê ji bo êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kurd, Asurî-Suryanî, Ermenî û Êzidiyan protesto bikin mîtîngek pêk anîn.

Gabrîel Kûrt ku ji çalakiyê re pêşengî kir axivî û diyar kir ku qirkirina 100 sal berê dewleta Tirk kiriye îro çeteyên DAIŞ’ê didomîne û got: "Tirkiye jî wek Elmanyayê qirkirina di 1915’an de kiriye bila qebûl bike. Dewleta Tirk heta qirkirinê wek Seyfo qebûl neke, kewandina birînan û lihevkirin ne mumkun e. Domkirina polîtîkaya înkarê tê wateya qirkirinê. Çeteyên DAIŞ’ê ev saleke bi desteke dewleta Tirk êrîşî Suryanî, Ermenî û Êzidiyan dikin. Ji Tirkiyeyê derbas dibin û êrîşê gelan dikin.

Kûrt bang li AKP’ê kir û got 'çekan nedin kujerên me'. Kûrt axaftina xwe wiha berdewam kir: "DewletaTirk her cureyê alîkariya lojîstîk dide DAIŞ’ê. Welatên Kendavê jî ji aliyê aboriyê ve destekê didin. Armanca Tirkiyeyê ya di vê destekê de ev e ku Kurd li Suriyeyê herêmek otonom ava nekin. Lê derfetên xweparastina Kurdan heye, a Asûriyan tine.

Li Tirkiyeyê zextên li Asûrî-Suryaniyan didome. Dest datînin ser dêr û ereziyan. Rojnamevanên bi zext û zordariyan tînin rojevê jî tên girtin. Tirkiye ji aliyê girtina rojnamevanan ve di rêza yekem de cih digire."

Di çalakiyê de pankartên ku DAIŞ’ê protesto dikin û dihat xwestin ku Tirkiye qirkirina 1915’an qebûl bikin, hatin hildan û beşdarbûna jin û zarokan jî bal kişand.

Piştî axaftina Kûrt, ajokarên motorsîkletê bi alên Asûrî û Swêdê  konvoy ava kirin û çûn navçeya Sodertalje ya Asûrî-Suryanî zêde lê dijîn. Çalakger li dêrê beşdarî ayîna olî bûn. Piştre jî li maça dostaniyê ya di navbera Tîma Asûrî-Suryanî û Assyrîska FF de hat lîstin temaşe kirin.

Gabrîel Kûrt têkildarî çalakiya xwe de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku 5 sal berê wek Asûriyan komeke motosîkletê ya bi navê  Assyrîan Rîder Sweden ava kirine û di mehên pêş de wê bên cem hev û kulubeke fermî ya MC ava bikin.

Kûrt anî ziman ku zêdetir bernameyên civakî yên wek seyranê pêk tînin û armanc wan ya sereke ev e ku qirkirina Seyfo bê nasîn û balê bikişînin ser komkujiyên DAIŞ’ê yên li Iraq û Suriyeyê.

DAIŞ KOKA ME DIKOLE

Kûrt bilêv kir ku ew êrîşa li dijî Asûrî-Suryanî ya ku DAIŞ pêk tîne wek qirkirinek nû dibînin û got: "DAIŞ’ê di şevekê de 50 hezar Asûrî ji Nînova û Mûsilê derxist. Li Xabûrê 35 gundên me hatin valakirin. Bi awayekî sîstematîk koka me dikolin. Tirkiye destekê dide wan. DAIŞ bi desteka Tirkiyeyê dikeve Iraq û Sûriyeyê. Li wan deran komkujiyan dike."

Ajokarê motorsîklerê Tomas Rhawî jî anî ziman ku kesên li Suriye û Iraqê komkujiyê dikin beşek ji wan ji Swêdê diçin beşdarî DAIŞ’ê dibin û destnîşan kir ku Swêd divê pêşî li van beşdarbûnan bigire.

'DIVÊ HER KES LI DIJ KOMKUJIYÊ DERKEVE'

Kulûbên din yên MC ku di çalakiyê de cih girtin destek dan daxwazên Asûrî-Suryaniyan. Ji Kulûba MC Mose Svensson da xuyakirin ku bi armanca destekê bidin Asûrî Suryaniyan beşdarî çalakiyê bûne û got: "Li Iraq û Sûriyeyê komkujiyên hovane tên kirin. Ev qirkirinin. Divê her kes li dij vê derkeve. Divê Tirkiye jî qirkirina 100 sal berê qebûl bike."

Çalakgerekî din Lenart Sundqwist jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn lîstikek bi xeter tê lîstin û cefayê şerê serdestiyê, gel dikişînin.

...