Li Swêd darvekirinên li Îranê tên şermezarkirin
Kurdistaniyên Swêd darvekirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.
Kurdistaniyên Swêd darvekirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.
Kurdistaniyên Swêd darvekirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin. Rojên buhrî li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd û li Semta Lîdîngo ya Stockholm xwepêşandanên şermezarkirinê ku pêk hatin, îro jî li bajarê Oreboro bi armanca şermezarkirina darvekirinan li navenda bajêr konê agahdarkirinê hat vedan.
Li konê ku ji aliyê PJAK’ê tê rêxistinkirin û derdora wê wêneyên sê siyasetmedarên Kurd ên hatin darvekirin, pankart û dovîzên darvekirinan şermezar dikin hatin bicihkirin. Kurdistaniyan ji bo civaka Swêdê der barê darvekirinan de agahdar bikin belavok belav kirin, ji bo hikûmeta Swêd li hember darvekirinên li Îranê bikeve nav hewldanan bangawazî hatin kirin.
DARVEKIRINÊN LI ÎRANÊ DI ROJEVA PARLAMENTOYÊ DE YE
Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh jî duh bi pêşnûmepirsekê darvekirin û binpêkirinên mafan ên li Îranê anî rojeva Parlamentoya Swêd.
DI XWEPÊŞANDANÊ DE BANGAWAZÎ
Kurdistaniyên li Stockholm, bi 1’ê Adarê roja Yekşemê ji bo şermezarkirina darvekirinên li Îranê wê di nav hefteyekê de cara sêyemîn derkevin qadan.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm, bang li tevayî Kurdistaniyan kir ku ji bo şermezarkirina darvekirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê tevlî xwepêşandana 1’ê Adarê saet 11.30’î ya li Qada Sergel a ji aliyê Komîteya Swêd a PJAK’ê ve wê bê lidarxistin bibin.