Li Swêd DAIŞ û dewleta Tirk hat şermezarkirin
DAIŞ’a dijminê gelan û mirovatiyê û dewleta Tirk a piştgiriyê dide DAIŞ’ê li bajarên Avesta û Uppsala yên Swêd bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

Di xwepêşandanên ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ve hatin organîzekirin alên PKK, YPG, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji DAIŞ’ê re qut bike.
Di serî de NY û YE bang li sazî û dezgehên navneteweyî hat kirin ku piştgiriya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re qut bikin û tedbîrên aborî û polîtîk bigirin.
Çalakî di medyaya Swêd de jî cih girt. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Azîz Aydenîz ê ji rojnameya Dala Demokraten re axivî got: “Tirkiye piştgiriyê dide van çeteyên ku êrîşî Kurdan dike, zarok û jinan qetil dike.”
Kurdistaniyên li Kolana Myr a bajarê Avesta kom bûn jî bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û DAIŞ’ê ber bi Qada Lîlla meşiyan.
Di xwepêşandana duh bi şev a li bajarê Uppsala jî DAIŞ û AKP hat şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Stor kom bûn pankart û dowîzên ku çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê şermezar dikin hilgirin û dirûşm gotin.