Ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ya wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê hilbijêrên li Swêd îro ji saet 09.00’an û pê ve li Fûara Kîsta a Stockholm dest bi dengdayînê kirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 24 kewçêrê 2015, 17:41
Ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ya wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê hilbijêrên li Swêd îro ji saet 09.00’an û pê ve li Fûara Kîsta a Stockholm dest bi dengdayînê kirin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ku bi otobus û wesayîtan ber bi Fûara Kîsta ve çûn piştî dengên xwe didin HDP’ê, tên konê HDP’ê yê li rex fûarê.
Li rex konan ji bo piştgiriyadayîna HDP’ê standên şoreşgerên Swêdî hene.
JI BO SURYANIYAN YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ EV E KU HDP BIBE DESTHILATDAR
Azîz Akyol Bebînno û Danîel Çîçek, ên ji bajarê Jonkopîng bi otobusan ji bo deng bidin HDP’ê hatin Stockholm. Bebînno got ku hilbijartin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir girîng in û diyar kir ku Ji bo Suryaniyan yekane rêya rizgariya ev e ku HDP bi desthilatdar. Bang li tevayi Suryaniyên li Swêd dijîn kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.
Berpirsyarê berê yê Herêma Enqere ya Maden Îş Alî Altinkaynak, diyar kir ku di hilbijartinan de wek wezîfedarê HDP’ê dixebite û got: “Piştgirîdayîna HDP’ê wezîfeya hemû şoreşgerên ku li hember dîktatoriya AKP, qesrê û faşîzmê ne.”
JI BER KURD, BINDEST Û KEDKARAN DIPARÊZE DENGÊN ME JI HDP’ê RE
Gelek alîgirên EMEP, ODEP, partî û rêxistinên ji bo deng bidin HDP’ê hatine jî hene.
Alî Karabay, got ku ji bo piştgiriyê dide HDP’a bi qasî nûnertiya Kurdan dike karker û kedkaran jî diparêze.
Îbrahim Albayrak jî ku bi sedan kîlometre rê hatiye li ser pirsa dengê xwe daye kê got, “Me dengê xwe da xwe. Ez Suryanî me û min dengê xwe da Suryaniyan” û wiha dewam kir: “Em ji bilî HDP’ê deng nadin ti kesî… Ne tenê Suryanî û Kurd divê hemû gelên bindest deng bidin HDP’ê.”
Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewropa Alî Çagan jî got: “Mirovê li Qesra Qaçax heta bi ser bikeve dixwaze hilbijartinê bidomîne. Lê her ku dubare bike wê şeqameke hê mezintir bixwe. Niha hewaya cejnê heye.”
Seroka Navenda Çandê ya Elewiyan a Goteborg Melek Şakar jî got, “Ez ji bo destketiyên me û nirxên me li vir im.”
ŞÎRÎN SADAÎ YA 80 SALÎ: LI MALÊN XWE RÛNENIN, WERIN DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê
Şîrîn Sadaî ya Mêrdînî ya 80 salî bi spartekên xwe hat dengdanê û got: “Ji bo ez dengê xwe bidim partiya xwe hatim vir. HDP’e mafên Kurdan û mirovan diparêze. Ji derveyî HDP’ê ti kes xîzanan, karkeran naparêze. Bila ti mirov li malên xwe rûnenin. Bila werin vir û dengê xwe bidin HDP’ê.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholm Îmran Karaer diyar kir ku li gor çavdêriyên wî tevlîbûna van hilbijartinan ji ya 7’ê Hezîranê zêdetir e û wiha axivî:
“Berî niha AKP’ê stand venedikir, ji me bandor bûn û piştre wan jî destpê kir. Standên wan vala ne. Îcar li konên me binerî. Eleqe û coş pir mezin e. Roja dawiyê demên dengdayinê dirêj kirin. Sibê saet 09.00’an heta êvarî 21.00’an wê dengê xwe bikar bînin. Kesên ku îro nehatine divê sibê werin û dengê xwe ji bo aştî, demokrasî, xwişktî û biratiyê bikar bînin. Em bang tevahî hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin ku bila werin vir û dengê xwe bidin HDP’ê.”