Li Sûrên Amedê kontrolkirin madeyên xwarinê
Midûriyeta Zabîteyên şaredarê Sûrê ya Amedê ji bo tendirustiya gelê navçeyê li dikanan geriya û madeyên xwarinê kontrol kir.
Midûriyeta Zabîteyên şaredarê Sûrê ya Amedê ji bo tendirustiya gelê navçeyê li dikanan geriya û madeyên xwarinê kontrol kir.
Midûriyeta Zabîteyên şaredarê Sûrê ya Amedê ji bo tendirustiya gelê navçeyê li dikanan geriya û madeyên xwarinê kontrol kir. Wekî tê zanîn di meha Remezanê de kirîn û firotina madeyên xwarinê zêde dibe û hin kesên ku dixwazin karê zêde bikin bi madeyên sexte jiyana mirovan û tenduristiya wan dixin tahlukeyê de.
Lewre jî ji bo pêşîgirtina li van kesên keysparêz zabîteyên şaredariya Sûrê li firoşgehên navçeyê geriyan û kontrol û venihêrtina madeyên xwarinê kirin. Di vê çarçoveyê de zabîteyên Sûrê li dikan, market, firin, otel û kefeyan geriyan û dest bi kontrolkirina dîrokên hinartina madeyên xwarinê kirin. Her wiha di lêgerîn û kontrolê de bala xwe dan şert û mercên hilanîna van madeyan jî.
Der barê vê mijarê de alîkarê Hevşaredarên Sûrê Huseyîn Kaya got, "Ji ber di meha Remezanê de firotina madeyên xwarinê zêde dibe, me xwest ku em li dikan û firoşgehên navçeya xwe bigerin û madeyên ku tên firotin kontrol bikin."
Kaya di berdewamiya axaftina xwe de got, "Wekî Şaredariya Sûrê em bi rengekî dayimî kontrolkirina madeyên xwarinê dikin lê di van demên ku madeyên xwarinê bêtir tên firotin hin kesên keysparêz jî carnan dixwazin ji bo feydeyên mezin bidest bixin xwarinên ku dema wan derbasbûyî difiroşin da ku karên zêde bikin. Lewre jî em dixwazin ku pêşiya keysparêzan bigirin û em nehêlin ew ji bo feydekirina çend qurişên zêde bi tenduristiya gelê me bilîzin."