Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê şoreşgerên enternasyonalîst Ivana Hoffmann, Erkan Altûn û Coşkun Înce yên di berxwedana Rojava/Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li Komeleya Çandê ya Koçber û Karkeran a Stuttgart a girêdayî AGÎF, şervana MLKP’ê Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Til Temir a Rojava di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, Erkan Altûn ê bi nasnav Komunîst Nefer ê di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û Coşkun Înce ê bi nasnav û Têkoşer Kurdista hatin bîranîn.
Li cihê bîranînê pankarta MLKP / KGO ya “Em ê Ivana Hoffmann di têkoşîna xwe de bidin jiyîn, rêheval Avaşîn Têkoşîn Guneş nemire” hat vekirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane bi gul û findan hatin xemilandin.
Di bîranînê de ku 115 kes beşdar bûn, di şexsê Hoffmann, Altûn û Înce de ji bo kesên di têkoşîna azadî û sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin pêk hat.
Daxuyaniyên MLKP Rojava yên ji bo Hoffman, Altûn û Înce û daxuyaniya MLKP MK a ji bo şervana jin a enternasyonalîst ji aliyê partîgirên jin ve hat xwendin.
Bîranîn, bi axaftinên hevalên Hoffmann ên li Dîe Lînke Zentrum dewam kir. Piştî axaftinan sînevîzyona têkildarî Hoffmann û Altûn hat temaşekirin.
Di bîranînê 5. Kongreya MLKP’ê hat silavkirin.
Piştî axaftinên li ser navê AGÎF, Komeleya Çandê ya Koçber û Karkeran a Stuttgart a girêdayî AGÎF, Alinterî, Partîzan, SYKP û NAV-DEM bîranîn bi çepikan dawî bû.