Li Stenbolê ji bo Ocalan konê azadiyê

Li Stenbolê endamên DEM-GENÇ’ê yên Meclîsa Herêma Yekemîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza bi awayekî fizîkî azad bibe li Maltepe kon vedan.

Li Stenbolê endamên DEM-GENÇ’ê yên Meclîsa Herêma Yekemîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza bi awayekî fizîkî azad bibe, li Maltepe kon vedan. Li Bazidê jî bi sedan kesên tecrîda li hember Ocalan şermezar kirin meşeke bi meşale li dar xistin.

Endamên DEM-GENÇ’ê yên Meclîsa Herêma Yekemîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza bi awayekî fizîkî azad bibe li Taxa Gulsûyû ya Maltepe kon vedan. Di konê li Parka Nurettîn Sozen hat vedan û li deverên cuda yên parkê posterên Ocalan û pankarta, “Azadiya te azadiya me ye” hatin daliqandin.

Ciwanan kon bi dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Ocalan" vekirin. Niştecihên taxê jî piştgirî dan ciwanan. Welatiyên xwarina xwe ya fitarê anîn kon, li ber kon sifreya ser rûyê erdê vedan û fitara xwe vekirin.

Piştî xwarinê li ber stranan govend hat gerandin.

MEŞA BI MEŞALE

Li navçeya Bazid a Agirî jî di pêşengiya DBP’ê de meşeke bi meşale hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku di nav wan de Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay, Parlamenterê HDP’ê yê Agirî M. Emîn Îlhan, rêveberên DBP û HDP’ê, nûnerên saziyên civaka sivîl jî hebûn bi dirûşma, “PKK gel e gel li vir e” heta Cadeya Îsmaîl Beşîkçî meşiyan.

Di meşa ku li ber lokala berê ya HDP’ê bi dawî bû, Hevserokê Navçeya Bazidê ya DBP’ê Muhsîn Kula got ku wê destûr nedin, pêvajoya çareseriya ya di serî de gelê Kurd gelên Tirkiyeyê hêviya xwe pê girêdane, bibe qurbana hêrsên desthilatdariyê. Kula axaftina xwe wiha dewam domand:  "Ji vir banga me ji bo tevayî alîgirên demokrasî û aştiyê ev e ku li hember tecrîda li ser Ocalan ê bi esasî çareseriyê li ser piyan digire bêdeng nemînin. Eger li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî tê xwestin azadiya Ocalan esas e.”