Li Saarbruckenê civîna HDP’ê

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji aliyê pêkhateyên HDP’ê ve civînek hat lidarxistin.

Di civînê de hat diyarkirin ku serketina HDP’ê bi dest xistiye ne tesadufe û hat gotin ku ev hilberîna ked û hewldana ku hatiye dayin e. Her wiha hat destnîşankirin ku bi armanca mayîndekirina komîsyonên li Saarland û derdora wê hatine avakirin, ev civîn pêk hatine.

Di civînê de biryar hat girtin ku divê weke her tim hilbijartin tên, xebat bên meşandin û komîsyoneke ku ji 12 kesan pêk dihat hat avakirin. Hat gotin ku komîsyona bê avakirin wê ji bo avakirina meclîsa HDP’ê xebatan bimeşîne.