Li Rojava xebatên zimanê kurdî
Li Rojava xebatên zimanê kurdî
Li Rojava xebatên zimanê kurdî
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Rojavayê Kurdistanê xebatên ziman û perwerdeyê didomîne. Li gelek deveran dibistan têne vekirin, her wiha mamosteyên têne perwerdekirin jî sertîfîqayên xwe distînin. Bi armanca xurtkirina perwedeya bi Kurdî, li gundên Silo û Rûta yên navçeya Efrîn Mobatayê 2 dibistanên zimanê Kurdî hatin vekirin.
Di merasîma vekirina dibistanan de, mamosteyê zimanê Kurdî Betal Sîno ji beşdaran re li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê axivî û got: “Parastina ziman parastina netew e.” Sîno di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên şoven ên rêjîma Sûriyeyê di warê qedexikirina zimanê Kurdî de.
Li gundê Sihil ê bi ser Tirbespiyê ve jî, piştî qedandina perwerdeyê, 100 mamosteyên zimanê Kurdî belgename wergirtin. Belgename li mamosteyan bi merasîmekê hatin belavkirin.
Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo cangoriyan, Serokê Meclîsa Gel a Bajarê Tirbespiyê Nûreddîn Şakir axaftinek li ser girîngiya zimanê dayikê kir.
Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî mamoste Kehnî Zelal têkildarî dîroka zimanê Kurdî û qonaxên tê re derbasbûye axaftinek kir. Li ser navê Yekîtiya mamosteyan Berşen Mihemed li ser girîngiya rola mamoste di warê parastin û avakirina nifşên nû de axivî.
Endamê Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî Botan Herekol jî ji beşdaran re li ser rola ziman di avakirina çanda netewan de axifî. Di heman mijarê de, saziya perwerde û parastina zimanê Kurdî li Kobanê dest bi perwerdê kir.
Saziyê berî salekê, bi 60 xwendekarî dest bi perwerdeya Kurdî kiribû, aniha jî ew xwendekar ji qonaxa fêrbûna elfebayê hem derbasî fêrbûna rêzimanê Kurî bûn, hem jî dest bi perwerdeya zarokan kirin.
Mamosteyê zimanê Kurdî Salih Bozan li ser xebata vê saziyê weha got: “Me di sala 2002 an de li bajarê Helebê bi awayekî veşarî dest bi xebata xwe kiribû. Lê aniha me şaxên xwe li 10 gundan ji bo perwedeya ziman vekirine.”
Mamosteyê zimanê Kurdî Enter Elî jî diyar kir ku wan perwerdeya elfebaya Kurdî bidawî kirine û dest bi perwerdeya giramera Kurdî kirine . Her weha li navenda ciwanan a Dêrikê jî piştî perwedeya du meh û nîvan 41 şagirtan ezmûneyên xwe bidawî kirin.
Mamosteyê zimanê Kurdî Îmad Mişo diyar kir ku berî meh û nîvekê wan dest bi perwerdeya 41 şagirtî kiribûn. Mişo di axaftina xwe de girtina dibistanên ku perwerdeya zimanê Kurdî lê tên dayin jî bi tûndî şermezar kir. Piştî qedandina ezmûneyan xwendekaran malavahiya mamosteyên xwe kirin.
Saziya Zimanê Kurdî li gundê Xorxoriyê yê girêdayî Kobanê jî, belgenameyên ziman li şagirtên qonaxa duyemîn belav kir. Bi vê armancê bi tevlîbûna sedan kesî merasîmek hat lidarxistin..
Di merasîmê de Koma Zarokên Xorxorîkê û Koma Şehîd Dîcle hem bi govendê, hem jî bi stranan beşdar bûn.