Li Rimêlanê ji ber dersên Kurdî dibistan şewitandin
Li Rimêlanê ji ber dersên Kurdî dibistan şewitandin
Li Rimêlanê ji ber dersên Kurdî dibistan şewitandin
Li navçeya Rimêlan ê Girkê Legê a Rojavayê Kurdistanê, dibistan Cela'i ya ku perwedeya bi kurdî lê hatibû destpêkirin ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Li navçeya Rimêlan ê Girkê Legê duh danê êvarê kesên nenenas odeya belgeyan û ya rêvebiriya Dibistana Elcela'i, ku Saziya Zimanê Kurdî(SZK) rêvebiriya wê girtibû ser xwe û perwerdeya bi kurdî lê hatibû despê kirin şewitandin.
Dema ku nobedarên dibistana Umri Elqeys ya nêzî dibistan Cela'i dît ku duman ji dibistanê radibe, hema bi lez agahî da asayişê. Piştî hewldanan asayişê agir temirand. Belge û navên xwendekaran û hemû tiştên girêdayî dibistanê hatin şewitandin. Piştî ku lêpirsîn ji aliyê asayişê hate kirn, derkete holê ku şewat bi destê kesna hatiye kirin û kilîdên dibistanê tenê bi rêvebirê Dibistanê yê Baasî Miwefq Eldiyab re heye.
Ji roja yekşema borî ve SZK'ê rêvebiriya dibistanên bajarê Rimêlan ên bi navê Cela'i, Umri Elqeys û Elmiheniyê xistibû dest xwe û perwedeya bi zimanê kurdî dabû destpêkirin.