Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiyan
Li bajarê Qamişlo bi hezaran kes bi munasebeta roja zimanê dayikê û bi armanca şermezarkirna biryarên Saziya Perwerdeyê ya rêjîma Baas a girtina dibistanên fermî ên ku dersên zimanê kurdî didin bi duruşmeya zimanê me xeta sor e meşiyan.
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê, bi serkêşiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK)bi hezaran kes bi munasebeta roja zimanê dayikê û şermezarkirina biryarên Saziya Perwerdeyê ya rêjîma Baas a Sûriyeyê ya girtina dibistanên fermî yên ku perwerdeya zimanê kurdî lê tên dayin bi duruşmeya ''ZIMANÊ ME XETA SORE'' meşiyan.
Meş di Saet 11.30 an de ji ber mizgefta Qasimo dest pê kir û ber bi Çerxeriya Qermotê meşiyan. Xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî pêşengtiya meşvan dikirin. Meşvanan pankartên ku li ser nivîsîn “bê ziman jiyan nabe”, “rêjîma ku zimanê me qedexe kiriye hilweşe”, “em ê perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bikin” û “tu kes nikarin zimanê me qedexe bike” hatin vekirin. Her wiha meşvanan duruşmeyên wek “bê ziman jiyan nabe”, “bijî berxwedana mamosteyan” û “rêjîm hilweşe” qîriyhan.
Dema ku meşvan gihiştin çerxeriya Qermotî Endamê Saziya Zimanê Kurdî Hesen Mihemd Elî axivî û diyar kir, ji bo gelê kurd ziman xeta sore û dê nehêlin ku tu kes zimanê wan tun ebike. Hher wiha Elî roja zimanê dayikê li hemû gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan pîrozkir. Di berdewamiya axaftina xwe de Elî destnîşan kir ku kesên ku bi zimanê xwe nizanibe bixwînin û binivsîne ew şermiyeke mezin dike. Elî da zanîn divê hemû kes xwe fêrî zimanê kurdî bike.
Derbarê biryarên Saziya Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya girtina dibistanên ku perwerdeya zimanê kurdî lê tê dayin Elî got ''ev biryarên şovenîst li dijî zimanê kurdî em şermezar dikin, em wek SZK'ê di perwerdeya bi kurdî berdewam bikin, ji ber ku tim û tim bi zimanê me şerê me kirine lê em ê bi hemû hêza xwe zimaên xwe biparêzin''. Elî bang li mamosteyên fermî kir ku di perwerdeya zarokan de dewam bikin û dev jî biryarên Partiya Bass berdin. Em ji memosteyan dixwazin ku guh li biryarên dijî zimanê kurdî berdin û vegerin dibistanên xwe.''
Di dawiya axaftina xwe de Elî Bang li welatiyan kir ku zarokên xwe bişîn dibistanan û bi hêza gelê xwe bawer bin.